Dewleta Tirk a dagirker li Parîsê hat protestokirin

Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û êrîşên li ser Kurdistanê li Parîsê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Li paytext Parîs a Fransa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê û êrîşên li ser Kurdistanê bi mîtîngekê hate protesto kirin. Çalakiya ku li ser banga Civata Demokrat a Kurd a Fransa (CDK-F) û Rêxistina Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan ên li Parîs û derdora wê dijîn li Qada Republîqe hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên nerazîbûn nîşanî bêdeng mayîna welatên Ewropa ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê da û dovîzên “Ji Ocalan re azadî” , “Bijî berxwedana Efrînê” vekirin.

‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ WÊ DEMOKRASÎ SERBIKEVE’

Di mîtînga alên YPG/YPJ’ê hatîn hildan de siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan axivî û wiha got: “Dema Rêbertî di bin tecrîdê debe, Efrîn di bin dagirkeriyê debe û berdewamkirina helwesta dagirkeriya Başûrê Kurdistanê hebe, em ê ne betlaneyê bikin nejî em ê li mal de birûnîn.” Ocalan diyar kir ku wê li her qadê li hemberî faşîzma Tirk berxwedanê bidin û wiha domand: “Ji tirsan Faşîzma AKP-MHP’ê bi lez û bez diçin hilbijartinê, wê li dijî faşîzmê demokrasî serbikeve.”

Di mîtîngê de bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Fransa dijîn hat kirin ku divê biçin navê xwe binêrin bê ka heye yan ne li saziyan kontrol bike, yên ku qeydên wan nîne divê di demek zû de qeyda xwe çêbike.