Dewleta Tirk a dagirker gundê Bazê bombebaran kir

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker gundê Bazê yê li herêma Berwarî Bala ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê re yên li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin, bê navber dewam dikin. Di saetên berî nîvro de artêşa Tirk a dagirker navenda gundê Bazê ya ser bi devera Berwarî Bala ya girêdayî navçeya Amêdiyê topbaran kir.

Li gorî nûçeya Rojnewsê guleyek topê li xaniyê welatiyekî ketiye û zirarek mezin gihandiyê.

Êrîşa dewleta Tirk di kêliyên serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ya ji bo Hewlêrê de pêk hat. Li gorî agahiyan di hevdîtina Sudanî û rayedarên PDK’ê de qet behsa êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê nehatiye kirin.