Kurd û dostên wan ên li gelek bajarên Ewropaye dijîn, polîtîkayên komkujiyê yên AKP li Kurdistanê dike û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 5 pûşperê 2016, 07:20
Kurd û dostên wan ên li gelek bajarên Ewropaye dijîn, polîtîkayên komkujiyê yên AKP li Kurdistanê dike û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê şermezarkirin.
LYON
Li bajarê Fransa Lyonê, komek ji Kurdistanî û dostên wan li hev kom bû û dewleta Tirk şermezar kir. Mîtîng li meydana Place Repûblîqûe hat lidarxisitn û Koma Dostaniya Kurd-Fransayê, Komunîstên Ciwan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lyonê destek dan.
Di mîtîngê de rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, zext û polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê hatin şermezarkirin û bi vê armancê gelek belavok hatin belavkirin. Her wiha wêneyên li ser komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve hatine kirin, hatin nîşandan.
Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.
INNSBRÛCK
Li bajarê Awûstûrya Înnsbrûckê bi pêşengiya Ciwanên Azad, ji bo vegotina komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, standek hat danîn. Li vê standa agahdarkirinê, li ser navê çalakgeran Bêrîvan Dûrmûş axivî. Dûrmûş bal kişand ser berxwedana YPS'ê û diyar kir, dewleta Tirk li navendên berxwedanê sivîl qetil kiriye. Di çalakiyê de bi daxwaza aştiyê nepox hatin firandin.
FREÎBÛRG
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li bajarê Elmanya Freîbûrgê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin û tevî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ANTÎFA ya Elman û Dîe Lînke, bi sedan eks beşdar bûn.
Girseya gel li Kartoffelplatzê li hev civiya û ber bi Agustînerplatzê ve meşiya. Di memşê de bi sedan belavok hatin belavkirin û polîtîkayên komkujiyê yên çeteyên Qesrê hatin teşhîrkirin. Girseya gel piştî ku li Agûstînerplatzê daxuyaniyek da çapemeniyê careke din li Kartoffelplatzê vegeriya û piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, dawî li çalakiya xwe anî.
DORTMÛND
Li bajarê Elmanya Dortmûndê jî ANTÎFA, rêxistinên çep ên Elman, NAV-DEm û YJK-E meşa "destûr ji faşîzmê re nîne" organîze kirin. Bi hezarna kes beşdarî vê meşê bûn û diyar kirin, ew êrîşên qirkirinê yên çeteyên AKP'ê li gelê Kurd dikin, bi ti awayî qebûl nakin. Di çalakiyê de berxwedana li Rojava jî hat silavkirin.