‘Dewlet qatilê Ethem diparêze’

‘Dewlet qatilê Ethem diparêze’

Piştî danîşîna doza Ethem Sarisuluk polîsan êrîşî girseyê kir û şîdeta polîsan hat şermezarkirin. Hevseroka HDP'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku, ji dadgehê biryareke edalet dernakeve û wiha got: "Dewlet kujerên Ethem diparêze. Li holê lîstikek heye. Heta niha kesên ku li ser navê dewletê qetilkirine, hatin xelatkirin."

Duyemîn rûniştina doza Ethem Sarisuluk di 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê hat dîtin û piştî rûniştinê polîs êrîşî girseyê kir û endamên Piştevaniya Enqereyê û parêzerên Ethem Sarisuluk li Parka Guven tundiya polîsan şermezar kirin. Hevseroka HDP'ê Sebahat Tuncel, malbata Sarisuluk jî tevli çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Dê polîsên kujer hesab bidin", "Rêheval Ethem nemir e" hatin qîr kirin. Parezerê Ethem Sarisuluk Kazim Bayraktar anî ziman ku, salona dadgehê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin û wiha got: "Berê terora polîsan hebû, niha jî terora ku me dadgehên rewşên awarte de dîtibûn heye. Hundir tije leşker kirin. Li ser navê lêgerîna bombeyê teror meşandin." Bayraktar da zanîn ku, di dema danîşînê de rastî neheqiyê hatine û dewletê kujerê Sarisuluk ji wan hatiye veşartin.

Sebahat Tuncel diyar kir ku, li bendê nînin di dadgehê de biryareke edaletî derkeve û wiha got: "Ev doz, doza me ye. Em li pey dozê bernadin. Heta edalet pêk bê, em dê têkoşînê bidomînin. Dewlet kujerên Ethem diparêze. Li holê lîstikek heye. Heta niha kesên ku li ser navê dewletê qetilkirine, hatin xelatkirin. Sedsal in dewlet vê sîstemê diceribîne û em li hember vê li ber xwe didin."

Piştî axaftinan, axa ku ji Parka Geziyê anîbûn li cihê ku Ethem Sarisuluk hat qetilkirin hat rijandin û piştî qîrkirina dirûşman girse belav bû.