‘Dewlet dixwaze ciwanên Kurd ji civakê qut bike’

‘Dewlet dixwaze ciwanên Kurd ji civakê qut bike’

Ji Meclisa Ciwanan a DBP’ê Mîrza Bîlen diyar kir ku dewlet ji bo ku pêşî li rola pêşeng a ciwanên Kurd bigire polîtîkayên asîmîlasyonê pêk tîne û got: “Divê ciwan, dîrok, wêje, çand û hunera xwe bizane. Divê li dijî vê xwe rêxistin bike. Ev tê wateya ku divê her ciwan rastiya xwe ferq bike. Dewleta ku naxwaze ciwanên Kurd berxwedêr û bi rêxistin be, tiryakê belav dike.  Li ser jinan jî feraseta feodal û hespkirina malê tê ferzkirin. Ti mêrên ku bi awayekî samîmî xwerexnedayîna xwe nede nikare xebatek bi hêz deyne holê. Em ê li dijî zewacên zarokan jî têbikoşin.

Piştî BDP’ê nav guhert û navê DBP’ê girt, Meclîsa Ciwanan a DBP’ê jî di hefteyên buhrî de bi civînekê desteya xwe îlan kir. Ji Meclîsa Ciwanan a DBP’ê Mîrza Bîlen pirsgirêkên ciwanên Kurdistanê û zextên dewletê yên li ser ciwanan nirxand.

DIVÊ ÇAND, DÎROK Û HUNERA XWE BIBÎNE

Mîrza Bîlen diyar kir ku ciwan aliyê herî dînamîk û bi hêz ê civakê ye û ji ber van taybetiyên wan ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî peywir dikeve ser milê wan û got: “Em jî ji ber ku mîsyona ciwanan girîng dibînin, ji bo em ji her pirsgirêkên civakê re bibin bersiv me hewcedarî bi rêxistinbûnê dît. Li ser vî esasî kongreya me ya ciwanan hebû: Kongreya ciwanan a BDP’ê. Niha jî pêwîstiya me bi rêxistinbûna DBP’ê hebû.  Meclîsên me bi geşedanên ku berê bi ya BDP’ê re derketibûn holê, li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê  divê rêxistinek çawa çêbibe, rê û rêbazê wê derxst holê. 

Ciwan divê destpêkê nasnameya xwe nas bike, divê bi vê zanebûnê tevbigere. Divê her ciwan li ser çand, exlaq û nirxên xwe bisekine û di vê çarçoveyê de çareseriyan bike.  Ger em Kurd bin divê em wêje, dîrok, çand û hunera Kurd bizanin. Li dijî van divê rêxistibûnek bi hêz ava bikin. Ev tê wateya ku her ciwan xwe ferq dikin. Ji ber ku dewlet destpêkê dixwaze ciwanan ji rastiya wan qut bikin, exlaq û çanda wan biguherînin. Divê em li dijî van polîtîkayan bibin bersiv. Divê ciwan dîrok, çand, hunera xwe bibîne, bikeve nava lêkolînê. Dewlet dizane ku ciwanên Kurd ji civakê re pêşengiyê dike û ji ber vê jî polîtîkayên asîmîlasyonê pêk tîne.

TIRYAKÊ FERZ DIKIN

Bîlen destnîşan kir ku tiryak bi destê dewletê tê belavkirin û wiha got: “Tiryak û madeyên din bi destê dewletê li  ciwanên Kurd tê belavkirin. Divê ciwan bi rêxistin bin, pêşeng bin û divê zîhn û îradeya xwe ferq bike. Dewlet ji bo ku vê îradeyê ji holê rake madeyên tiryakê belav dike. Di demên dawî de li dijî fihûş, asîmîlasyon û tiryakê li her herêmê kon hat vedan. Li Amed û metropolên Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin. 
Gelek ciwan bi polîtîkayên sîxuriyê re rû bi rû hatin. Firotin û bikaranîna tiryakê hat ferzkirin. Mînakên wê yên şênber di destê me de ne. Li her derê tiryak û fihûş zêde bûye. Li dijî vê wê sekna me bidome."

BI RÊYA FIHÛŞÊ JINÊN KURD HEDEF DIGIRIN

Bîlen wiha berdewam kir: “Rola pêşeng a jinên Kurd jî heye. Fihûş jî li ser vê rastiyê divê bê destgirtin. Bi polîtîkaya fihûşê dixwazin Kurdan wek bê exlaq nîşan bidin wekê ku karên qirêj dikin nîşan bidin. Li Kurdistanê fihûş bi vê armancê tê kirin. Lê îro jinên Kurd ji bo ku ji zîncîra koletiyê rizgar bibin têdikoşin. Jinên Kurd li Rojhilata Navîn, Rojava-Kobanê rola pêşeng ji bo jinên cîhanê lîstiye. Ji bo ku ev bê veşartin dewlet fihûşê belav dike û dixe rojevê.

JI BO JI CIVAKÊ QUT BIKIN

Bi rêya çapemeniya alîgir û xebata nava civakê ciwan xwe li nasnameya şexsî dipêçin. Ciwan çiqas şexsî bibe evqas ji civakê qut dibe. Li şûna ku bi rêxistinê bibe hêzek, tenê dimîne ji ciwakê dûr dikeve û bi tena serê xwe bi pirsgirêkan re têdikoşe.

ÇALAKIYÊN 6-8’Ê COTMEHÊ

Bîlen da zanîn ku çalakiyên 6-8’ê Cotmehê hêrsa ciwanan a li dijî polîtîkayên AKP’ê bû û wiha got: “Çalakiyên 6-8’ê Cotmehê bi piştgiriya AKP’ê ya bo DAIŞ’ê pêş ket. Ji ber polîtîkayên durû yên AKP’ê û piştgiriya wê ya ji bo DAIŞ’ê gel û ciwan daketin qadan. Ciwanan polîtîkayên AKP’ê qebûl nekir û rola xwe lîstiye. Bi hêrsek mezin serhildan çêbûne. Van çalakiyan di heman demê de gel jî anîne ba hev. Gelê Kurd, Ereb, Tirk û her wekê din bûn yek û li dijî DAIŞ’ê berxwedan.

Operasyonên qirkirinê ji roja ku ev têkoşîn heye didome. Ne tenê ciwanên Kurd, aliyên demokratîk jî rastî van operasyonan tên. Di her operasyona qirkirina siyasî de ciwan hedef tên girtin.”

BERPIRSYARÎ DIKEVE SER MILÊ CIWANAN

Bîlen got ku yek ji kêmasiyên dema buhrî ya têkoşîna ciwanan, xebatên di qada dîplomatîk bûn û got: “Em ê di vê dema nû de vê ji holê rakin. Em ê xebatên perwerdeyê jî pêş bixin. Perwerde her tim ji bo me girîng e. Di vê pêvajoyê de em ê li her tax, gund û navçeyê bi hevkariya meclîsên xwe rêxistinê bi hêz bikin. Li ser vî esasî di pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk de, di bin 9 sernavên sereke de peywir dikeve ser milê ciwanan. Di 9 alî de wê ciwan xwe rêxistin bikin."

MÊR BI SAMÎMÎ REXNEDAYÎNA XWE NEDE NIKARE BIXEBITE

Bîlen got di meclîsan de aktorên sereke yên jinan mêr in û ew tespît a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Ger jin azad nebe, ew civak jî azad nabe, civakek kole û kêm e’ esas digirin û ew di serî de rêxistibûna jinê didin pêşiya xwe. Bîlen anî ziman ku divê mêr jî rexnedayîna xwe bidin û ger ku vê pêk neynin nikarin xebatek bi hêz derxin holê.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ  ZEWACÊN ZAROKAN

Bîlen bi lêv kir ku ew wek meclîsên ciwanan, wê li dijî zewacên zarokan ên li Kurdistanê jî têkoşînê dibin meşandin. Bîlen got ku di rojên pêş de meclîsên jinan wê konferanseke ku ji her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê jin tevlî dibin pêk bê.