Dewlet Alîaxayê tune dihesibîne!

Dewlet Alîaxayê tune dihesibîne!

Alî axa ku li nokteya  bakurê Korfeza Îzmîrê ye, ji gelek lijneyên sanayiyê re  ku ‘jehrê belav dike’  re maloavahiyê dike.  Alîaxa, ku salane bi destê sanayiyê qirêj dibe,  vê carê jî tê xwestin li  Alîaxayê santralên termîk yê nû bê avakirin. Gel bertek nîşanê vê da û got; gelo dewlet me tune dihesibîne?

Li Alîaxayê  hilberîna hemû petro-kîmyayê ya Tirkiyeyê, ji sedî 43’ê hilberîna hesin-çelîk, ji sedî 40’ê rafîneyên akaryakitê hildiberîne, yekane herêma jihevderxistina keştiyê ya Tirkiyeyê jî lê ye.

Bi biryara Lijneya Wezîran de Alîaxa  wek ‘herêma razemeniya enerjiyê’ hat îlan kirin û her wiha li wir duyemîn depoya herî mezin a gazaxwezayî ya cîhanê jî li wir e.

Alîaxa ya ku xwedî lijneyên mezin yên sanayiyê ye di salekê de dibe xwedî 20 mîlyar dolar bazirganiyê û ji ber sanayîbûna mezin pirsgirêkên hawirdorê jî rû didin. Herî dawî şîrketeke tayber xebatên satrala termîk lezgîntir kir.  Der barê santrala ku tê xwestin li Alîagayê bê avakirin, civîna ÇED’ê rastî prostoyan hat û ji ber vê hat betalkirin.

Gelê Alîaxayê der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî.

DIXWAZIN ME BIKUJIN

Şengul Bal balkişand ser qirêjiya ku tesîsên sanayiyê li herêmê belav dikin û wiha got: “Ev 32 sale li vir dijîm. Heta îro hemû biryarên bo Alîaxayê hatine dayîn, bê gelê vir hatiye dayîn. Jiyana me mijara gotinê ye.  Em dixwazin gel li dijî vê bi hestiyar tevbigerin. Ger em bê deng bimînin emê bi qirêjiya mezintir re rû bi rû bimînin. Bila bi ferzkirinê tiştan bi me nedin qebûlkirin. Li gorî lêkolîn dawî hatiye kirin Alîaxa êdî pir zêde qirêj bûye. Gelo hewl didin me bikujin.

HEVALÊN ME JI PENÇEŞÊRÊ MIRIN

Celal Yuksel jî ku ji PETKÎM’ê teqawît bû  diyar ku wî qirêjî li PETKÎM’ê hîn kiriye û wiha pê de çû: “Em gelê Alîaxayê, qirêjiyê baş dizanin. Niha dîsa santrala termîkê ava dikin. Welat ji nedîtîve tên. Ma Alîaxa bo wan çiye? Tenduristiya gel ji ber çavan de xistine.  Hikûmet civakê wek dijmin dibîne. Gelek hevalên min ji pençeşêrê mirin.

BI TENDURISTIYA ZAROKÊN ME NELÎZIN

Pinar Sumen jî da zanîn ku ji ber qirêjiyê zarokên wan nexweş dikevin û diyar kir ku wan dest ji xwe berdane û ji bo zarokên xwe bifikarin. Sumen got bila rayedar dengê me bibîhizîn û bila bi tenduristiya zarokên me nelizîn.