Li Başûrê Kurdistanê biryar hate dayin ku di 25’ê Îlona îsal de ji bo dewletê referandûm pêk were. Bêgûman lidarxistina referandûmê nayê wateya avakirina dewleteke serbixwe. Li gor agahiyên ji Başûr tên, ev referandûm ji ber du sedeman tê lidarxistin. Ya yekem, bi rojeveke wisa re pirsgirêkên hundirîn di nava aloziya bi Iraq an hêzeke din re ji rojevê bên dûrxistin; ya duyemîn jî bi pêkanîna zexta li ser Iraqê re hewldana bidestxistina hin tawîzan e. Sedemeke din jî dikare mîna sorkirina meyldariya neteweperestî ya dewletparêzî re rêgirtina projeya Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk û xwe dispêrê civaka demokratîk a rêxistinkirî, dikare were nîşandan.
Bêguman mîna ku dewlet wê azadiyê bîne, ji bo gelan û neteweyan wê rêya rizgariyê bîne, nerîneke xurt heye. Ji xwe PDK jî vê yekê bikar tîne û dixwaze pozîsyona xwe xurt bike. Di sedsala 20. de ku têgihiştina netew-dewlet kete pratîkê de rû bi rû mayina Kurdan a bi zilm, zext, tevkujî û jenosîdan re bûye sedem ku ev nerîn an meyldarî bihêztir bibe.
Lewre tevgera PKK’ê ya li çar parçeyên Kurdistanê herî bihêz e di salên 1970’î de bi hedefa Kurdistana serbixwe, yekgirtî û demokratîk kete rê. Ji destpêka xwe ve di PKK’ê de azadî û serxwebûn mîna hev dihat qebûlkirin. PKK’ya ku dibêje dewlet wê ji bo gelan jiyana azad û demokratîk neyîne, îro jî îradeya azad mîna sekneke serbixwe digire dest.
PDK serxwebûnê, mîna rêbazeke ku li cihên serdest e hakîmiyeta xwe pêk bîne digire dest. Ji ber vê yekê jî xwedî têgihiştin û sekneke netew-dewlet a sedsala 20. e. Difikire ku pirgirêkên li Başûrê Kurdistanê bi hin partî û komên siyasî re hene, bi referandûmê derbas bike. Bi vê nêzîkatiya xwe re pirsgirêkên naxweyî yên Başûrê Kurdistanê mîna pirsgirêkân ji dewletbûnê jî girîngtir dibîne. Li gor nerîna serdet, PDK ne ji bo Kurd bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîktir, ji bo di polîtîkaya hundir de hakîmiyeta xwe bêhtir pêk bîne referandûm aniye rojevê. Vê yekê ne şîrovekerên derve, ne jî partî û komên xwedî nerînên cuda yên li Başûrê Kurdistanê tînin zimên.
Di serdema netew-dewletan de neteweya serdest ji bo komên di bin hakîmiyeta xwe de ne azadî ne jî li ser bingehê demokratîk jiyaneke wekhev qabûl nekirin, ne jî derfet dan ku neteweyên cuda dewletê ava bikin. Ev rewş di sedsala 20. de bû sedem ku neteweyên cuda li ser hişmendiya serdestbûnê meyldariya avakirina dewletê zêdetir bikin. Di sedsala 20. de ji bo berjewendiyan meyldariya avakirina dewletê hevqasî zêde bû, gelên ku ji heman neteweyê, yanî Ereb bi 22 dewletan parçe bûn. Her koma civakî yan derdor a ku xwe mîna hêz didît kete hewldana avakirina tahakûma li herêma xwe û sazkirina dewletê. Bêgûman hêzên emperyalîst kapîtalîst jî yên polîtîkaya parçe bike, birêve bibe jî ev meylarî xurtir û bihêztir kirin.
Di sedsala 20. de gelek gel û civakên bûne dewlet di mîna gava yekemîn di nava xwe de yekîtiyek saz kirin. Ji ber vê yekê jî di sedsala 20’an de piraniya tevgerên têkoşîna rizgariya neteweyî didan ji eniyên ku bihatina gel hev a tevgerên siyasî pêk dihatin. Lê belê PDK di demeke ku li Başûrê Kurdistanê rewşeke herî parçebûyî tê jiyîn de referandûm anî rojevê. Ev yek jî dibe sedem ku şik û gumanên derbarê polîtîkayên PDK’ê de zêde bibin. Di vê demê de pêwistiya herî mezin avakirina yekîtiya netewî ye. Lê belê mîna perteya neavakirina yekîtiya neteweyî bikaranîn an anîna rojevê bi xwe re pirsa, ev referandûm ka çiqasî li gor bejendiyê Kurda ye, tîne rojevê.
Di roja me de di serî de Bakurê Kurdistanê, li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadî û demokrasiyê tê dayin. Her çiqasî li Başûrê Kurdistanê statuyeke federasyonê ava bûbe jî, jiyana Kurdan a azad û demokratîk bi tevahî ne hatiye misogerkirin. Ne diyar e ka pêşketinên Rojhita Navîn û Iraqê wê ber bi kû ve biçin. Rewşa Başûrê Kurdistanê wê bi rewşa tevahiya Rojhilata Navîn û asta têkoşîna li parçeyên din ên Kurdistanê re diyar bibe. Heta li parçeyên din jiyana azad û demokratîk pêk neyê, heta dewletên herêmê demokratîk nebin destkeftiyên Başûrê Kurdistanê, her kêliyê wê bi xetereyê re rû bi rû bimînin.
Li aliyê din di serî de Kerkûk, rewşa gelek herêmên gelekî girîng ên Başûrê Kurdistanê ne hatiye diyarkirin. Di vê rewşê de berpirsiyariya yekemîn avakirina yekîtiya neteweyî ye, lê belê di vê rewşê de berovajî tevgeriya ne, yanî erebe danîne pêşiya hesp. Avakirina yekîtiya neteweyî ya li çar parçeyên Kurdistanê li aliyekî, parçebûyina li Başûrê Kurdistanê ne hatiye çareserkirin. Pirsgirêkên gel di asta herî jor de ne. Di nava piraniya gelê Başûrê Kurdistanê ji PDK’ê re nerazîbûneke mezin heye. Referandûmek a bi armanca piştguhkirina van pirsgirêkan, di demên pêş de wê ji bo Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên girantir bi xwe re bînin.
Çareserkirina pirsgirêka Kurd li aliyekî, di pêvajoya ku dixwaze Kurdan di tevkujiyê re derbas bike cihgirtina Tirkiye û PDK’ê ya di nava îtîfaqê de derbarê referandûmê de şik û gumanan zêdetir dike. Nîşandana dijberiya referandûmê ya AKP ya li Tirkiyeyê desilatdar, li aliyê din ji bo PDK’ê li dij PKK’ê bikar bîne ji devê hin xayin û hevkaran belavkirina nerînên ku germ li referandûmê mêze dikin, dibe sedem ku ev referandûm bibe parçeyekî lîsika ser Kurdan.
Di çerçoveya demokratîzekirina dewletê herêmê de çareseriya bi tenê ew e ku Kurd li her cihê lê dijîn li ser bingeha xwe bi xwe birêve bibin û bibin xwedî jiyaneke demokratîk. Sîstemên netew-dewletî ya piraniya herêmên Kurd lê dijîn li derve bihêle, ji feydeyê bêhtir wê zirarê bide Kurdan. Ji ber vê yekê jî herêmên rewşa wan ne diyar yên Başûrê Kurdistanê dipirsin ka çaranûsa wan wê çi be. Ji ber vê yekê jî bi fikar li referandûmeke ku jiyana azad û demokratîk ji xwe re nake armanc û hedef, mêze dikin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA