Desteya Wezîrên Tirk di leşkerên Mûsûlê de bi israr e

Piştî civîna Desteya Wezîran, Berdevkê Hikûmetê Kûrtûlmûş daxuyanî da, îdîaya ku leşkerên çûne Mûsûlê wê ji bo têkoşîna bi DAIŞ’ê re peşmergeyan perwerde bikin dûbare kir.

Piştî civîna Desteya Wezîran, Berdevkê Hikûmetê Kûrtûlmûş daxuyanî da, îdîaya ku leşkerên çûne Mûsûlê wê ji bo têkoşîna bi DAIŞ’ê re peşmergeyan perwerde bikin dûbare kir.

Civîna Desteya Wezîrên Tirk a li Qesra Çankaya bi dawî bû. Di civînê de krîza balafirê ya bi Rûsyayê re û rewşa leşkerên li Mûsûlê hat bidestgirtin. Piştî civînê Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş civîna çapemeniyê li dar xist.
Kûrtûlmûş têkîdarî leşkerên ku artêşa Tirk li Mûsûlê bicihkirine hinceta ji bo perwerdeya peşmergeyan e, dûbare kir, avêt holê ku “leşker ji bo azadkirina Mûsûlê ji çeteyên DAIŞ’ê ji bo perwerdekirina permergeyan li wir in.”

Tevî daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî dema hê civîna Desteya Wezîrên Tirk berdewam dikir, Kûrtûlmûş îdîa kir ku “rêveberiya Iraqê ya navendî erênî dibîne, hebûna Tirkiyeyê ya li wir ne dagirkerî ye.”