Desteserkirina şaredariyan û tundiya li jinê hatin şermezarkirin

Jin û ciwanên Kurd ên li Ewropayê, desteserkirina şaredariyên HDP'ê, êrişên li dijî goristanan û tundiya li jinê şermezar kirin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, bi organîzeya Komuna Jinê ya Sara Ozgur desteserkirina şaredariyên HDP'î û tundiya li jinê hatin şermezarkirin.

Jin ên çalakger li pêşiya Old Cîty Hallê li hev kom bûn û wêneyên jinan ên tundî li wan hatine kirin hildan.

Bi navê komunê Elîf Genç axivî û bi bîr xist ku tenê di dema karantînayê de li Kanadayê 9 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin.

Di çalakiyê de operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê tên kirin hate şermezarkirin.

STOCKHOLM

Jinên Kurd ku ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan her roja Şemiyê dadikevin qadan, doh jî li bajarên Stockholm, Orebro, Goteborg û Ûppsalayê yên Swêdê daketin qadan.

Di çalakiyan de alên Tevgera Jinên Kurd, PKK, KCK'ê hatin hildan û bi pankartan desteserkirina şaredairyan û girtina siyasetmedarên Kurd hatin şermezarkirin.

Çalakiya li paytext Swêdê li kolana Drottnîngsgatanê pêk hat û têkildarî helwesta medya AKP'ê ya ku parlamenterên Sosyal Demokrat ên Swêdê dike hedef, belavokên şermezarkirinê hatin belavkirin.

Li bajarê Goteborgê jî bi banga Komuna Jinê ya Sema çalakî hate kirin û daxwaza bidawîbkirina tundiya li jinê hate kirin. Her wiha bang li gelê Swêdê hate kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk ê li ser Kurdan nerazîbûnê nîşan bidin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Di çalakiyan de her wiha desteserkirina şaredariyên HDP'î û operasyonên qirkirina siyasî yê li dijî siyasetmedarên HDP'î hatin şermezarkirin.

STRASBOÛRG

Desteserkirina şaredariyên HDP'ê û êrişên li dijî goristanan ên ji aliyê dewleta Tirk ve rojên dawî tên kirin, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji aliyê ciwanên Kurd ve hatin şermezarkirin.

Ciwanan ala PKK'ê bi Serkonsolosxaneya Tirk a li Strasboûrgê ve kirin û diyar kirin ku ê çalakiyên xwe yên li dijî êrişan zêde bikin.

STÛTTGART

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî nirxên gelê Kurd li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad bi vê armancê çalakiyek pêk anîn.

Nêzî 50 ciwan pankarta bi nivîsa "Ji bo hikumeta Tirk a faşîst kuştina Kurdan têrê nake. Niha jî goristanan xera dikin, tune dikin, miriyan dişewitînin" hildan.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TCŞ, JCA û MLKP'ê hatin hildan.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser nirxê Kurdan ciwanan banga xwedîderketina li nirxan kirin.