Desteserkirina şaredariyan li Fransayê hate şermezarkirin

Desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li paytexta Fransa Parîsê û derdora wê li pêşiya şaredariyan bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê li paytexta Fransa Parîsê û derdora wê li pêşiya şaredariyan bi çalakiyan hate şermezarkirin.

VÎLLÎERS LE BEL: Li Vîllîers le Bel ku yek ji banliyoyên Parîsê ye, nûnerên saziyên Kurdan serdana şaredariyê kirin. Şaredar Jean Loûsîs Marsac (Ji Partiya Çep) ew pêşwazî kir. Di hevdîtinê de der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de axaftin hate kirin. Êvarê jî Kurdistaniyan li ber avahiya şaredariyê çalakiyeke protestoyî ya sembolîk kirin. Şaredar Marsac jî çalakger pêşwazî kir. Marsac ji ANF'ê re axivî û diyar kir, desteserkirina şaredariyên HDP'î helwesteke li dijî mafên mirovan e, di nava rêbazên demokratîk de helwesteke wiha ti carî nayê qebûlkirin. Şaredar Marsac got, "Dengê Kurdan û daxwazên wan ên polîtîk ti carî nayên bêdengkirin û înkarkirin. Bang li dewleta Tirk dikim û dixwazim bêjim ku piştevaniyê bi gelê Kurd re dikim."

MANTES LA JOLÎE: Çalakiyeke din jî li ber avahiya şaredariya Mantes La Jolîe pêk hat. Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê hate şermezarkirin.

DRANCY: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy nîvro dosyayek radestî rayedarên şaredariyê kirin ku pêşkêşî şaredar bikin. Kurdistanî û hêzên şoreşger jî êvarê li ber avahiya Şaredariya Drancy li hev kom bûn û faşîzma AKP-MHP'ê şermezar kirin. Çalakgeran diyar kirin ku çalakiyên wan ên li dijî qeyûman wê bidomin.

EVRY: Li Evry jî bi beşdariya nêzî sed kesî meşeke protestoyî pêk hat. Çalakger heta Şaredariya Grigny meşiyan û piştre dosyayek pêşkêşî Şaredar kirin.

VÎLLENEÛVE SAÎNT GEORGES: Li Vîlleneûve Saînt Georgesê jî bi beşdariya bi sedan kesî li ber avahiya şaredariyê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran der barê mijarê de dosyayek pêşkêşî rayedarên şaredariyê kirin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Li dijî desteserkirina şaredariyan wê di 24'ê Tebaxê de li gelek bajarên Fransayê meş û çalakî pêk werin. Bernameya çalakiyan wiha ye:

Paris: Place de la République, 17.00

Marseille: Place Canebière, 18.00

Bordeaux: Place de la Bourse, 19.00

Rennes: Place Colombier, 16.00

Strasbourg: Place Kléber, 13.00

Toulouse: Métro Fraçois Verdier 18h

Grenoble: Parc Victor Hugo, 14h.00

Lorientte: 49 Rue Port 56100, 17.30