'Desteserkirina şaredariyan jinedîtî hatina îradeya Kurdane'
Kurdistaniyên li Stenbolê li ber desteserkirina şaredariyên HDP'î rabûn û destnîşan kirin ku bi vê yekê re îradeya wan ji nedîtî ve tên.
Kurdistaniyên li Stenbolê li ber desteserkirina şaredariyên HDP'î rabûn û destnîşan kirin ku bi vê yekê re îradeya wan ji nedîtî ve tên.
Kurdên li Stenbolê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê dan. Kurdistaniyan ragihandin ku yên bi hilbijartinê dest bi wezîfeyê kirine tenê bi hilbijartinê divê ji wezîfeyê dûr bikevin û gotin, divê AKP tavilê dest ji desteserkirina dengê Kurdan berde.
Îpek Tekîn anî ziman ku bi rêya qeyûmên li şaredariyan tên tayînkirin dixwazin gel hînî vê yekê bikin û got, "Qeyûman li me ferz dikin û hewl didin me hînî vê bikin. Ne bi rengekî giştî her roj yek bi yek qeyûman tayîn dikin û dest datînin ser îradeya me. Lê belê hemû şaredariyên me desteser bikin jî dema ku hilbijartin hate kirin em ê van şaredariyên xwe careke din ji wan werbigirin. Wê bi vî rengî dewam neke."
QEYÛMAN WÊ LI TIRKIYEYÊ BELAV BIKIN
Ozlen Noyan jî ragihand ku li şûna mirovên tên hilbijartin walî û qeymeqamên dewletê tên tayînkirin û got, "Hilbijartiyan bi îdîayên bêbingeh digirin. Eger rewş bi vî rengî be wê demê em qet hilbijartinê nekin. Bila Kurd jî îradeya xwe hilnebijêrin. Ya ku hate kirin desteserkirina îradeya gele. Divê her kes bi hev re dengê xwe bilind bikin. Qeyûm niha ne tenê li şaredariyên Kurdan hatin tayînkirin. Wê li rojava li şaredariyên cuda jî qeyûm bên tayînkirin. Di demeke kurt de li şaredariyeke CHP'ê ya Îzmîrê qeyûm hate tayînkirin. Ya ku tê kirin bêhiqûqî ye û wê li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin."
Ramazan Kirpinar ragihand ku piştî lîstika darbeyê pêkanînên qeyûm li dijî saziyên demokratîk tên meşandin û got, "Bi rêya qeyûm îradeya gelê Kurd nas nakin. Em wan kesan şermezar dikin ku îradeya gel binpê dikin."
AKP HEM LI HUNDIR HEM JÎ LI DERVE GEL DIXAPÎNE
Ozcan Alp destnîşan kir ku Tirkiye hem ji hiqûqa navxweyî hem jî ji hiqûqa navneteweyî dûr ketiye û ragihand qeyûm zordarî û faşîzme. Ozcan Alp got, "Kesên ne alîgirê xwe weke dijmin dibîne. Bi taybetî ji Kurdan ditirse. Dema ku Kurd gihîştin astekê Tirkiyeyê di rewşeke metirsîdar de dibînin. Hem li hundir hem jî li derve hewl didin gel bixapînin. Nêrîn û bernameya HDP'ê eşkere ye. Ji bo demokratîkbûna vî welatî bi salane çi dikeve ser milê me em dikin."