'Destên Erdogan her roj dikevin nava xwîna şoreşgeran!'
AvEG-Kon'ê der barê qetilkirina du jinên şoreşger de daxuyaniyek weşand.
AvEG-Kon'ê der barê qetilkirina du jinên şoreşger de daxuyaniyek weşand.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li ser qetilkirina şoreşgerên jin Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin, daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Keriyên kujerên faşîst danê sibehê avêtin ser malekê û du şoreşger înfaz kirin. Şoreşgerên bi navê Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên tê gotin MLKP'yî ne, li mala lê bûn hatin qetikirin."
'JI XWÎNÊ TÊR NABIN'
AvEG-Konê got, "Dîktatoriya Erdogan a faşîst ji xwînê têr nabe. Rejîma faşîsta ku ji meha Hezîranê û vir ve bi sedan mirov qetil kir, herî dawî du şervanên azadiyê, du jinên şoreşger qetil kir. Erdogan û keriyên wî yıên kujeran, ku di dewamkirina desthiladariya bi xwîn a bi rêbazên salên 90'î de israr dikin, her roj destên xwe dixin nava xwîna gel û şoreşgeran."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiyên Roboskî, 19'ê Kanûnê û Mereşê û hat destnîşankirin, ku AKP a barbar û desthilatdariya Erdogan wê di xwîna dirijîne de bifetisin û hat gotin, "Berxwedana bi heybet a gelên me û pêşengên gelan, wê mezintir bibe û wan ji nava rûpelên dîrokê rake.
Di daxuyaniyê de banga tevlîbûneke xurt li merasîma cenazeyên her du şoreşgeran, hat kirin.