Dest li ser mal û milkê Zarakolu danîn

Di 'Doza KCK'ê ya Stenbolê' de biryar hate standin ku dest li ser beşek li mal û milkê Zarakolu deynin.

Bi çarçoweya 'Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' di danişîna doza 205 siyasetmedarên Kurd li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Stenbolê pêk hat.

Parêzera nivîskar Ragip Zarakolu û Cîhan Zarakolu Şennûr Bayboga got Wezareta Desteya Lêkolîna Sûcên Malî ya Wezareta Gencîne û Darayiyê xwestiye ku dest li ser mal û milkê Zarakolu yê li Swêde were danîn û got, ''Em vê daxwazê qebûl nakin.''

Dadgegê biryar li ser da ku dest li ser beşek mal û heq û dahatên Zarakolu yên li Tirkiyê were danîn û dest li ser lêçûnên Saziya Giştî ya Tenduristiyê yên Zarakolu deynin.

Danişîn taloqî 14'ê Gulana 2020'an bû.