‘Dersa olî ya hatiye ferzkirin sûcê li dijî destûra bingehîn e’
‘Dersa olî ya hatiye ferzkirin sûcê li dijî destûra bingehîn e’
‘Dersa olî ya hatiye ferzkirin sûcê li dijî destûra bingehîn e’
Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca diyar kir ku biryara DMME’ê ya weke ‘Divê dawî li dersa olî ya hatiye ferzkirin bêdayîn’ ji nedîti ve tê û got ev ‘sûcê li dijî destûra bingehîn e’. Karaca bi lêv kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze mijarê cuda bide nîşandan. Serokê Giştî yê PSAKD’ê Muslum Dogan jî got ku ji 12’ê Cotmehê şûn ve dê nesekinin û mijarên weke neketina dersan, neşandina zarokan a dibistanê û boykotê bînin rojevê.
Di destpêka pêvajoya sala perwerdehiyeke nû de ku AKP hewl dide projeyên xwe yên ‘nifşekî oldar bigîhinin’ bike jiyanê, yek ji pirsgirêkên herî mezin ev e ku ferzkirina dersên olî ne. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê serlêdana 14 malbatên Elewî ya der barê rakirina dersên olî de biryara ‘Divê pêkanîna dersên olî bên rakirin’, lê mixabin ev biryar ji nedît îve tê. Serokwezîrê Tirk Davutoglu gotibû: “Dersa çanda olî û zanîna exlaqî ji bo Tirkiyeyê pêwîst e.Em van pêkanînên zextan ên Ewropa pêk tîne û li Tirkiyeyê asteng dikin qebûl nakin.
Du roj berê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî gotibû: “Biryara ku DMME’ê der barê rakirina dersa olî de girtiye şaş e. Ger em vê dersê rakin şûna wê dê tiryak bigire.”
Van gotinan rê li ber bertekên rêxistinên Elewiyan jî vekir.
Serokê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Muslum Dogan biryar nirxand û diyar kir ku got ev helwest ji ber îdeolojiya dewletê ya senteza Tirk-Îslamê pêk tê. Dogan da zanîn ku ev encama Îslama siyasî ye û wiha got: “Em ê vê li her qada jiyanê hîs bikin. Ev mijar gihiştiye asteke dijwar a ku welatiyên ji baweriyên din nerehet dike. Li dijî vê feraset û pêkanînê divê modela rêxistinbûna îdeolojîk bê afirandin. Ev jî gelek girîng e.
EM Ê BOYKOT BIKIN
Dogan diyar kir ku tevgerên Elewî di 12’ê Cotmehê de li Enqereyê mîtîngekê pêk tînin û wê hedefên nû deynin pêşiya xwe. Dogan got: “Divê li dijî Îslama siyasî seknek bê nîşandan. Em ê çalakiyan pêk bînin. Em ê mîtîng û civînan pêk bînin. Piştî 12’ê Cotmehê em ê nesekinin. Em ê nekevin dersan, dersan boykot bikin, zarokan neşînin dibistanan.
EV SÛCEKÎ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN E
Serokê Gitşî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca jî der barê daxuyaniya Serokkomar Erdogan de axivî û got: “Divê perwerde û ol ji hev cuda bin. Ol hûkma teqez pêk tîne. Lê pewerde bi rêya aqil rastiyê nîşanî zarokan dide. Li şûna zanistê bawerî ferzkirin sûcekî li dijî destûra bingehîn e, li gorî qanûnê sûc e. “
LÊ OLDARÊN XWEDIYÊ QUTIYÊN PÊLAVAN!
Karaca got ku nirxên mirovahiyê bi perwerdehiyê tên fêrkirin, pêşxistin û got: “Li dora me gelek mînak hene. Yên dibêjin em oldar in, tevlî gelek karên xerab bûne. Yên ku qutiyên pêlavan li malê xwe veşartine jî di heman kategoriyê de ne.”