Derman nadin girtiyê nexweş! 

Malbata girtiyê nexweş Ergîn Aktaşê ku ev 28 roj in ketiye greva birçîbûnê, banga bihîstiyariyê kir. Bavê Aktaş diyar kir ku av û dermanên kurê wî jî nadinê.

Nexweşên giran Ergîn Aktaş, Yûsûf Bûlût, Ehmedê Xemî (18)  ên di girtîgeha Menemen a Tîpa R de tên ragirtin, dîsa Dîcle Bozan a duh ji bo Girtîgeha Elezîzê sewka wî derketî, greva ku di 20’ê Nîsanê de dayîn destpêkirin, di roja xwe ya 28’an de didome. Malbata Ergîn Aktaşê nexweşê giran ê KOAH’ê ye, banga bihîstiyariyê kir.

Birayê Aktaş ku herî dawî pê re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ji wê rojê ve tu agahiyan ji birayê xwe nagirin. Aktaş anî ziman ku hevdîtina mehane ya bi birayê xwe re pêk dianîn, niha derxistine du mehan carekê û ji ber ku 4 sal cezayê ragihandinê dane birayê wî tu agahiyan jê wernagirin. Aktaş derbirî ku rewşa hevalên birayê wî yên pê re ketine greva birçîbûnê nebaş bûye û gotine ku di bin zextên giran de ne. Gotine, “Ava vexwarinê jî nadin me. Ji bo ku ava kaniyê derman kiriye nayê vexwarin”

Her wiha Aktaş got, “Ji bo rapora Tipa Edlî birayê min bi wî halê nexweş di ringê de dibin Îzmîrê û tînin. Di çûn û hatinê de qene navberekê jî nadin ku em bêhn bistînin. Birayê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Her du milên wî jî nîn in, qene nikare pêdiviyên xwe jî pêk bîne. Em edaletê dixwazin”

BAVÊ AKTAŞ: AVÊ JÎ NADIN WAN!

Bavê Ergîn Aktaş, Tahir Aktaş jî wiha axivî, “Dermanê kurê min jî nadinê. Avê nadinê. Ev nêzî mehekê ye greva birçîbûnê de ne. Bila ev neheqî û zordarî bê dîtin. Bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Di bin êşkenceyeke giran de ne. Bila dawî li van kirinên xwe bînin. Di 4’ê Cotmehê de jî dema ez çûm hevdîtinê, min dît ku 7 meh in dermanê kurê min ê diranan jî nadinê. Kurê min nexweşê KOAH’ê ye. Bila dermanên wan bên dayîn û zextên li ser wan bên bidawîkirin. Em ji her kesî dixwazin ku dengê girtiyan bibihîsin.”

PARÊZER OZTURK: HER KU DIÇE REWŞA WAN GIRANTIR DIBE

Parêzer Şukran Ozturk a ku duh bi Aktaş re li girtîgehê hevdîtin pêk anî jî got, “Her ku diçe rewşa Aktaş girantir dibe. Her ku diçe jar dibe. Ev çend roj in vedireşe. Rewşa wî ya tendirûstiyê her ku diçe xirabtir dibe. Daxwaza wî ew e ku ji bo girtîgeheke din bê sewkkirin, ji hucreyê bê derxistin û dawî li zextan bê.”