Deriyê sînor yê Cîlvegozu hat girtin

Deriyê sînor yê Cîlvegozu hat girtin

Deriyê sînor yê Cîlvegozu ji aliyê Tirkiyeyê ve yek alî ji bo derbasbûna wesayît û rêwiyan hat girtin.

Wezareta Bazirganî û Gumrukê daxuyaniyek da û diyar kir ku li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin koma Îslamî ya ji OSO veqetiyaye (ya ku têkiliya wê bi El Kaîdeyê û dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê’ nîne û  koma Îslamî ya Cephet-ul Îslam derî kirine bin kontorla xwe.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Li gorî agahiyên ji Amîriya Îdareya Mulkî hatiye girtin, deriyê sînor yê Cîlvelîgoz, ji duh sibê de ji ber aloziya di navbera komên muxalîfên Sûriyeyê de rê ji wesayît û rêwiyan re hatiye girtin.  Ji duh de hevdîtin û agahî girtin didomin lê encamek zelal nedaye, lê vê sibê mijar zelal bû. Seranserê şevê pevçûn berdewam kiriye. Li gorî agahiyên dawî derî ketiye destê koma Îslamî ya ji OSO veqetiyaye (ya ku têkiliya wê bi El Kaîdeyê û dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê’ nîne û  koma Îslamî ya Cephet-ul Îslamî. Geşedanên der barê mijarê de tên şopandin û ger tiştekî cuda pêk bê dê bê ragîhandin. Niha xizmeta wesayît û rê dayê dayîn.”