Derheqê HDP'ê lêpirsînê dest pê kir
Li ser zextên AKP'ê û hevkarê wê yê sûc ê nîjatperest MHP'ê daraza Tirk derheqê HDP'ê lêpirsîn da destpêkirin.
Li ser zextên AKP'ê û hevkarê wê yê sûc ê nîjatperest MHP'ê daraza Tirk derheqê HDP'ê lêpirsîn da destpêkirin.
Bûroya Partiyên Siyasî ya Serdozgeriya Dadgeriya Tirk derheqê HDP'ê nivîsek ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re nivîsand.
Serdozgeriyê xwest îdîanameyên derheqê Kobanê ku Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û 106 kesên din jê têne darizandin, li gel pêvekên wan ji wan re werin şandin.
Bi çarçoweya eynî lêpirsînê derheqê Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan û 8 parlamenterên din ên HDP'ê fezleke hatibûn hazirkirin.
Serdozgeriyê mînaka van fezlekeyan jî xwest, got ew xebatên hemû partiyên siyasî dişopînin, û bi çarçoweyek rûtîn ev belge xwestine.
Serdozgerî heke qebûl bike ku HDP 'navenda çalakiyên rêxistinî ye'', vekirina doza girtinê dibe ku were rojevê.