Derhêner Mîranda serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir

Derhêner Lûîs Mîranda serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî bê dawî û bê dorveger di greva birçîbûnê de ne.

Yek ji kesên ku doh serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir, derhênerê dokûmanteran ê ji Brezîlyayê Lûîs Mîranda bû.

Lûîs Mîranda tevî malbata xwe û hempîşeyên xwe yên ji Brezîlyayê serdana çalakgeran kir û li armancên wan guhdarî kir.

'DINYAYÊ HÎN PEYAMA OCALAN FÊHM NEKIRIYE'

Lûîs Mîranda li vir axivî û diyar kir, Ocalan ji bo aştiya gelan girîng e. Mîranda got, "Bi dîtina min, dinyayê hîn peyamên Ocalan baş fêhm nekiriye" û diyar kir, paşerojê wê Ocalan baştir were fêhmkirin.

Bi navê çalakgeran jî axaftin hate kirin û hate gotin, "Têkoşîna me ne tenê ji bo Kurdan e. Azadiya Kurdan ku gelekî bindest e, wê rê li ber azadiya gelên din jî veke."

Her wiha hate ragihandin ku greva birçîbûnê ne şêweyeke çalakiyê ye ku ew tercîh dikin û hate gotin, "Em gelekî ji jiyanê hez dikin. Lê em zanin, mîna sedsala 20'an eger em niha jî bêdeng bimînin, wê di sedsala 21'ê de jî me bieciqînin."

Lûîs Mîranda ji sala 1992'an û vir ve gelek dokûmanter kişandiye. Li ser Kurdan dokûmanterên bi navê 'Mon voîsîn le Kurde (Cîranê min ê Kurd), Ocalan û Pirsgirêka Kurd amade kir û di televîzyonên Fransayê de hatin weşandin.