Derewa ev 26 sal in li GAP'ê tê kirin

Plana çalakiya GAP’ê ya Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Mêrdînê bi sozên mezin aşkera kir û ji sala 1989’an heta niha bûye razemeniya hilbijartinê ya sereke, îsal jî bi fîyaskoyê encam bû.

Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan sozên hilbijartinê dan û got ku wê plana çalakiya GAP’ê biqede û dema biqede jî wê hemû herêm bibe avî, vê carê taloqî 2018’an hat kirin. Serokwezîr Davutoglu jî ku ji bo vê planê got, ‘Projeya Tirkiyeyê ye’,  heta niha ne ji bo enerjiyê razemenî hatiye kirin û kanalên avdanê li plana dawî hatin hiştin. Her hikûmetê got ku wê bi projeya GAP’ê herêm dewlemend be.  Lê rêjeya îstîhdamê li gorî hejmarê di sala 2007’an de  ji sedî 16 û rojî ji sedî 14.5 e. Li bajarê Kurdan serê kesî hatina gayrî safî nêzî 4 hezar dolarî ye, li Tirkiyeyê ev 9 hezar dolar e. Di rêza kêmpêşdeçûnê de jî 10 bajarên Kurdan di rêza yekem de cih digirin.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu ku di 8’ê Adarê de plana çalakiya GAP’ê li Mêrdînê aşkera kir, ji partiya wê serkwezîrê beriya wî Erdogan ku gotibû wê projeya di navbera 2008-2012’an de biqede, wî jî got ku wê heta 2018’an berdewam bike. Projeya GAP’ê ya ku Davutoglu pesnê wê da dîsa wek soza hilbijartinê ji bo gel hat pêşkêşkirin. Projeya ku Davutoglu jê re got ‘projeya Tirkiyeyê ye’ di rastiyê de ev 26 sal tê taloqkirin û AKP jî vê berevajî dike, pêşkêşî gel dike.

Di 26’ê Gulana 2008’an de Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi desteya wezîran re çû Amedê û li Salona Sporê ya Girtî a Ziya Gokalp de axaftin kir û diyar kiribû ku plana çalakiya GAP’ê ji bo Tirkiyeyê mîladek nû ye û  wiha gotibû: “’Îro tişta ku em aşkera dikin ne rapor, proje an jî dosyayek e. Salnameya wê hatiye diyarkirin, wek şênber çavkaniya wê hatiye peydakirin e.”

Serokwezîrê demî Erdogan gotibû ku wê projeya GAP’ê di navbera 2008-2012’an de biqede û Davutoglu diyar kiriu wê plan di 2018’an de biqede.

HER TIM RAZEMENIYA ENERJIYÊ DERKET PÊŞ

Serokê Navenda Lêkolîna Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) Mehmet Kaya ku serokê berê yê Odeya Sanayî û Bazirganiyê yê Amedê bû diyar kir ku ev plana GAP’ê yekem car di 1989’an de derketiye holê û gor armanca sereke, projeyeke ku ji  kanalên avê pêk tê ye, lê her tim razemeniyên enerjiyê dertên holê.

Kaya got ku AKP’ê di 2008’an de di bi navê plana GAP’ê de 4 sernav derxistiye pêş û got: “Li vir hedefa sereke ne ev e ku aliyê enerjiyê pêş bixin, di heman demê de ji bo pêşketina  aliyê avdana bajar, pêşketina aboriyê, zêdekirina kalîteya jiyanê hat amadekirin. Ev plana di navbera 2008-2014’an de bû.”

HEMAN SOZ 7 SAL BERÊ JÎ HATIN DAYÎN

Kaya destnîşan kir ku di revîzyona ku di dema hikûmeta beriya vê ya AKP’ê de hatiye dayîn hat gotin ku wê zêdetir giraniyê bidin avdanê, kalîteya jiyanê zêde bikin û got: “ Di çarçoveya plana 2008-2012’an de hat gotin ku wê 26 mîlyar TL danîn holê. Lê Davutoglu di 8’ê Adarê de li Mêrdînê got ku ew negihiştine hedefên xwe û wê heta plan heta 2018’an bidome.  Berê jî razemenî, zêdekirina enerjiyê û razemeniya avdanê hatibû taloqkirin. Me niha yek din jî jiya. Davutgolu got ku bi rêjeya pêkanîna enerjiya ku di sedî 74’an de  bi çêkirina  bendavên li Cizîrê re di dawiya sala 2015’an de wê bigihêje ji sedî 95’an. Di sala 2008’an de ji bo ku ji sedî 15 avdan pêk bê di nava 7 salan de ji sedî 7 zêde bûye û gihiştiye ji sedî 23’an. Tenê ji sedî 23’yê mîlyonek û  710 hezar hektar dikare bê avdan. Di nava herêman de ferqa kêmpêşketinê ji binpêkirina kanalên avê mirov dikarin bibînin.”

NEGIHIŞTIN HEDEFÊ, ŞÛNDE DIKEVIN

Kaya di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku bendewariya sereke ya ji plana çalakiya 2008’an ev bû ku îstîhdam zêde bibe, serî kesî hatin zêde dibe, kalîteya jiyana wek perwerde û tenduristiyê zêde bibe û got:  “Îro dema mirov li rêjeya di navbera 2007’an de û 2014’an de dinêre mirov dibîne ku gelekê wan şûnde ketine. Rêjeya îstîhdamê li wê demê li gorî daneyên fermî ji sedî 16 û îro jî ji sedî 14.5 e. Li herêmê serî kesî hatin 4 hezar dolar e, lê li Tirkiyeyê 9 hezar û 500 dolar e. Hûn kîjan krîterên jiyanê digirin dest  bigirin, 10 bajarên Kurdan di rêza herî dawî de ne. 

BERIYA PROJE BIQEDE TIRKIYE PERE QEZENC DIKE

Kaya got ku her tim weke ku GAP wek çavkaniyê vediguhestîne tê nîşandan û dema mirov li maliyet û qezenca ji enerjiyê dinêre, mirov dibîne ku ev rastiyê nîşan nadin.

Kaya got ku li gorî rêjeyên plana çalakiyê heta îro  nêzî 392.1 mîlyar kîlovat saet enerjî hatiye hilbarandin û beramberê vê pere 61 mîlyar TL ye û wiha berdewam kir: “Lê ji salên 90’î heta niha pereyê hatine veguhestin 54 mîlyar TL ye. Di rastiyê de projeyê bi pereyê ku ji enerjiyê girtiye maliyeta xwe daye û her wiha ketiye karê. Nêzî 7 mîlyar TL kar kiriye.”

Kaya diyar kir ku divê plana GAP’ê biçe sererastkirineke nû û got: “Projeyên GAP’ê ji bo herêmê  her diçe fêdeya wê kêm dibe. Divê ev hinek din bê pêş xistin û bibe projeyeke bi fêde. Li gorî daxuyaniyên ku tên dayîn hedef ev e ku ji ber negihiştine hejmara ku hedef kirinê, taloqî 2018’an kirine. 

Serokwezîr Davutoglu dibêje ew neçarin pêvajoya çareseriyê û aboriyê bi hev re bimeşînin. Dema mirov li 10 xalên pêvajoya aştiyê dinêre, mirov nabîne ku hikûmet gavan diavêje. Her wiha em dibînin ku hikûmet di aborî û kalîteya jiyana mirovan de jî gavan navêje.