Derbarê Hevşaredara Wanê Ozgokçe biryara girtinê hate dayîn
Rejîma Tirk a têkildarî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a ji erkê girtibû û li şûna wê qeyûm danî bû bi hinceta ‘gotegotan’ biryara girtina wê derxist.
Rejîma Tirk a têkildarî Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan a ji erkê girtibû û li şûna wê qeyûm danî bû bi hinceta ‘gotegotan’ biryara girtina wê derxist.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê têkildarî Bedîa ji bo dozgerê ku lêpirsîn û darezandina lêpirsîna di derbarê wê de birêve dibe nivîsek şand û daxwaz kir ku derbarê wê biryara girtinê derbixe.
Serdozger bi hinceta ‘Li ser gotegotinê wê bi rêyên ne hiqûqî biçe derveyî welat’ biryara girtinê daye.