Derbarê Guven fezleke hate hazirkirin
Derbarê wekîla HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber axaftina wê ya li Nobeta Demokrasiyê ya Amedê fezleke hate hazirkirin.
Derbarê wekîla HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji ber axaftina wê ya li Nobeta Demokrasiyê ya Amedê fezleke hate hazirkirin.
Derbarê Hevseroka KCD'ê û wekîla HDP'ê Leyla Guven, ji ber axaftina wê ya li Nobeta Demokrasiyê ya 11'ê Îlonê lêpirsîn hate destpêkirin.
Piştî lêpirsînê Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê Guven fezleke hazir kir. Hate gotin fezlekeyê wê sibe bişînin meclîsa Tirk.
Guven 11'ê Îlonê di axaftina xwe de gotibû, ''Ên ku zilma xwe li ser Kurdan kêm nakin û wiha dixwazin li ser piyan bimînin têk çûn. Gelê me bi kedeke mezin qeyûm şandin. Mesele ne çend şaredarî ne, mesele têkçûna AKP-MHP'ê ye. Bi rojan e hewl didin ku qeyûm vebêjin. Qeyûm di dest wan de man. Nikarin ji nav derkevin. AKP-MHP tengijî ne. Li ber avahiya Bajêr a HDP'ê provkasyonan dikin. Lê lîstikên wan bi ser nakevin.
Sedema şer ne HDP ye. Ya ku şer derdixîne ne HDP ye. A ku şer derdixîne ew hişmendiye ku pirsa Kurd çareser nake. Heta ku meseleya Kurdan bidome wê tevlêbûna nav gerîla jî bidomin, wê şer jî çêbibe.''