Derba polîsê Elman derba kuştinê bû

Şemsettîn Sevîmlî, ku li Berlînê di meşa ji bo PYD'ê de ji jber êrîşa polîsan birîndar bû, ji ANF'ê re qala wê êrîşê kir. Sevîmlî got, "Derba li min hate xistin derma kuştinê bû."

Roja 17'ê Hezîranê, li paytexta Elmanya Berlînê li dijî zext û qedexeyên li ser PYD'ê meşek hate lidarxistin, lê belê polîsên Elman êrîşî meşê kirin û gelek kes birîndar kirin û binçav kirin.

Yek ji kesên birîndar bûn, Şemsettîn Sevîmlî yê ji navçeya Hezex a Şirnexê ye, ku beriya niha bi 21 salan ji zext û îşkenceya dewleta Tirk reviya û li paytexta Elmanya Berlînê bi cih bû. Sevîmlî, ji ber derba ku polîsê Elman li serê wî xist, bi giranî birîndar bû. Sevîmlî ji ANF'ê re qala wê êrîşê kir.

Sevîmlî anî ziman, polîsê Elman di dema çalakiyê de ketin nava hewldana provokasyonê û got, "Jin xistin bin piyên xwe û êrîş kirin." Sevîmlî destnîşan kir, polîsê Elman dijminatiyê li Kurdan dike.

'ÊRÎŞÎ JINAN KIRIN'

Şemsettîn Sevîmlî bibîr xist, ku ew di sala "1996'an de ji ber zextên dewleta Tirk hatiye Elmanyayê û got, "Ji ber ku derfeta jiyanê li ser axa me ji bo me nema, em ji neçarî hatin Elmanyayê. Ji roja em hatine û heta niha, mîna tiştên li Tirkiyeyê bi serê me ve dihat, li vir li me tê kirin. Heta niha 4 caran êrîş li min hatiye kirin. Ji gelek cihan ve birîndar bûm. Vaye herî dawî derb li serê min ket."

Şemsettîn Sevîmlî li ser wê roja ku êrîş lê hate kirin wiha axivî: "Meş meşeke însanî bû. Em jî bi wê armancê tevlî bûn. Me dixwest, qedexekirina alên YPG, YPJ'ê bi rengekî demokratîk şermezar bikin. Meş di destpêkê de baş bû. Lê belê piştre provokasyoneke ne ji rêzê hate kirin. Polîsan êrîşî jin û mêran kir, ew xistin bin piyên xwe. Hevalê Rizgar jî li binê piyên wan bû. 10-15 kesan pê li wî dikirin. Dema ku min hewl dida wî rizgar bikim, ez di nava gola xwînê de mam. Çend polîsan ez xistim nava xwe û êrîş kirin. Derb li serê min xistin. Welê li min hat, mîna ku birûskek li tevahiya bedena min ket."

Sevîmlî bibîr xist, ji roja hatiye Elmanyayê û vir ve gelek caran êrîş lê hatiye kirin û got, "Heta niha gelek caran êrîş li min hate kirin. Êrîşa herî dawî êrîşeke normal nebû. Normal, sed caran ço li min bixin jî ne xem e, lê derbên ço yên vê carê ne normal bûn. Derbeke girantir bû." Şemsettîn Sevîmlî diyar kir, tevî hemû êrîş û kînê jî, polîsê Elman dijminê wî nîne û got, "Ez ne dijminê polîs û dewleta Elman im. Gelê Kurd jî dijminê ti gelî nîne. Em gelekî mezlûm in. Dibe ku ewqas tişt ji ber vê yekê bi serê me ve tên. Ez vê êrîşê şermezar dikim."