Der Spiegel: Gelo hukûmeta Tirk ji bo PKK’yiyan xelat daye?

Der Spiegel: Gelo hukûmeta Tirk ji bo PKK’yiyan xelat daye?

Yek ji kovarên girîng ên nûçeyan a hefteyane ya Almanyayê Der Spiegel vê carê li ser sê jinên Kurd ên siyasetmedar ên ku 9’ê çileyê li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez nivîsand û şîroveyên “hukûmeta Tirk ji bo PKK’yiyan xelat daye’ anî rojeva xwe.

Der Spiegel nivîsa rojnamevan Ferda Çetîn a ku 28’ê çileyê bi sernava “Gelo Tirkiye 4 milyon pere daye Omer Guney?” a ku di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hate weşandin û pirsa “Gelo ji bo 3 çalakên PKK’yi yên li Parîsê hatin qetilkirin xelat hate dayin?” pirsî. Kovarê nivîsand ku Wezareta Navxweyî ya Tirk sala 2012 bi belgeyeek ne fermî biryar daye ku ji bo rêveberên PKK’ê 1,7 milyon dolar pere daye û bal kişand ku Omer Guney nijadperestek Tirk e.

Kovara Der Spiegel ku xwedî trazek zêde ye, yek ji organên çapemeniya Ewropa ya ku herî zêde bûyera li Parîsê dike rojev. Kovarê hefteya borî bi sernavê “Dijminê li hudir” bi awayeke berfireh cih dabû komkujiyê û raboriya nijadperest a Omer Guney.

Bi heman awayî roja 1’ê sibatê, rojnameya Frankfurter Rundschau jî bi sernavê “Omer Guney kî ye?” bal kişand ser komkujiya li Parîsê û Omer Guneyê bersucê bûyera Parîsê şibandibû Ogun Samastê ku Hrant Dînk qetil kiribû.