Der Spiegel: Dixwazin Kurdan bikşînin nava şerê Sûriyê
Der Spiegel: Dixwazin Kurdan bikşînin nava şerê Sûriyê
Der Spiegel: Dixwazin Kurdan bikşînin nava şerê Sûriyê
Nûçegîhanê kovara Elman Der Spiegel Kûrt Pelda çû Sûriyê û der heqê rola Kurdan de şîroveke nivîsand. Pelda got, "Kurd bi xeta xwe ya bê alî ku weke "rêya sêyemîn" a li Sûriyê tên binavkirin, di warê leşkerî de gelekî bi hêz in."
Nûçegîhanê Der Spiegel Kûrt Pelda, bi komeke milîtanên Îslamî ji Helebê derbasî Efrînê ya di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel HPG'ê de ye bû û çavdêriyên xwe yên li vê derê bi sernavê "Li Sûriyê şerê navxweyî-dixwazin Kurdan bikşînin nava şerê navxweyî" ev nirxandin kir:
"Di wesaîtê de Fahdî yê 20 salî yê bavê wî Kurd diya wî Erebê Sunnî ye û di nava çekdarên Îslamî de cih digirin, heye. Hevalên wî ji ber Kurdbûyîna wî, henekan pê re dikin û ji dilsoziya wî ya bi Îslamê re gumanan dikin. Ji ber ku Kurd bi awayekî zana û hostatî, di navbera rejîma Esad û serhildêran de manewra dikin.
Fahdî yê hewl dide xwe baş nîşan bide, ji bo xizmên xwe yên Kurd dibêje; "Emê nîşanî wan bidin ka Mislimanên rastî çawa dijîn." Ji ber vê gotin û ji ber vî mejî, Kurd naxwazin di navbera rejîma Esad û Îslamperestên "ser hişk" tine bibin.
LIHEVKIRINA LI TIRKIYÊ WÊ BANDORÊ LI ŞERÊ SÛRIYÊ BIKE
Piştî demekê wesaîta me digihêje gundê yekemîn ê Kurdan ê li ser çiyê. Li hin cihan ala kesk, sor û spî ya Herêma Federal a Kurd a li Iraqê tê dîtin. Lê bi giranî ala kesk, sor û zer a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê li ser dîwaran bilind dibe. Li gorî Fadî yê Îslamîst, ew (PYD) komunîst in û Xwedê nas nakin.
Berî demeke kin, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê girtî, agirbest hat îlankirin û ji ber ku Tirkiye "cihê îkmalê" yê serhildêrên Sûriyê ye, ev peymana agirbestê ya navbera Kurd û Tirkan, wê bandorê li şerê li Sûriyê jî bike.
Em ji ber şivanên pezê xwe li ser giran diçêrin re, derbas dibin. Û piştî demeke kin digihêjin nuqteya kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Li nuqteya kontrolê ala YPG'ê ya stêrka sor li ser rengê zer, ba dide. YPG, milîsê leşkerî yê Konseya Bilind a Kurd ku li herêma Kurdan (DBK) weke hukûmetê tevdigere ye. Alên YPG, DKB û AAS li gel hev xuya dikin. Weke rengê hurmeta ji hev re xuya dikin. Bi tenê sembolên rejîma Esad tineye.
ŞERVANÊN KURD XWEDÎ DISÎPLÎNEK MEZIN IN
Di nuqteya kontrolê de bi hêsanî destûrê didin me ku em biçin Efrînê. Berovacî serhildêrên Ereb, şervanên Kurd xwedî disîplîneke mezin e. Em destpêkê berê wesaîta xwe didin avahiya hukûmetê ya li bajêr. Efrîn wer xuya dike ku ji ber zêdebûna mirovan wê biteqe. Ji ber ku di serî Heleb, ji gelek deveran mirov hatine vê derê û bicih bûne. Di Tîrmeha derbasbûyî de hêzên YPG'ê ultîmatom dabû leşkerên Esad ku ji herêmên Kurdan derkevin. Li ser vê yekê hêzên hukûmetê li dû xwe hin çek hiştin û ji Efrîn û hin cihên din vekişiyan. Ji ber vê yekê komên çekdar Kurd sûçdar kirin ku bi Esad re xebitîne. Ji xwe YPG vê yekê bi zimanekî tund red dike.
KURD BI SAYA EZMÛNA DEMDIRÊJ A ŞER BÛN XWEDÎ LEŞKERIYÊ
Kes nizane ka YPG ji sedî sed xwedî çend leşkeran e. Li gorî hin texmînan 10 hezar. Lê dibe ku zêdetir be, ji ber ku li Sûriyê 2-3 mîlyon Kurd dijîn. Kurd ne tenê li Efrînê, li ser seranseriya sînorê Sûriye-Iraq û Tirkiyê dijîn.
Li derve, keç û xortên ciwan, bi çekên ji textan hatine çêkirin perwerdeyê dibînin. Destpêkê sporê dikin û dûre hewl didin Qileşnîkofa ji text nas bikin. Li ser pantolonên kesk-grî, unîformayekî ji rengekî û li ser jî kembereke fireh girê didin. Keç jî destmalên ji rengên PYG'ê li serê xwe girêdane.
Ji ber ezmûna demdirêj a şer, Kurd pergala xwe ya leşkeriyê bicih kirin. Heta niha bi hêsanî êrişên çekdarên Îslamî pûç kirin. Kurd ji balafirên şer ên Esad jî natirsin. Şervanê YPG'ê yê bi navê Îmad bi ken vê bersivê dide: Eger balafir werin, emê li wan bidin. Çekên me yên li dijî balafiran hene."
HETA KU MAF BI DESTÛRA BINGEHÎN NEYÊN EWLEKIRIN, DESTEK NÎNE
Li avahiya hukûmetê, em li buroyeke paqij bi Sînem Mûhammed re rûdinên. Ev jina ji xwe bawer, endama Desteya Bilind a Kurdistanê ye. Mûhamed dibêje, "Em xwe weke parçeyek ji mûxalefeta li dijî Esad dibînin. Lê di warê şerê çekdarî de, em hewl didin bê alî bimînin. Heta ku serhildêr mafên Kurdan bi Destûra Bingehîn a Sûriya nû de ewle bikin, hingî emê piştgiriyê bidin şoreşê. Lê di asta niha de, ji bo vê ne amade ne."
Bêguman Kurd bi lîderên Artêşa Azad a Sûriyê re hevdîtinan dikin, lê navendeke wan a fermandariyê tineye. Sînem Mûhammed dibêje, "Ji yekîneyên nerm heta oldarên radîkal û El Kaîdeyê, gelek kom hene." Dibêjin ev rewşa perçebûyî, pirsgirêka herî mezin a şoreşa Sûriyê ye.
Sînem Mûhammed her weha dibêje, ku Esad bi gaveke zane ev şoreş veguherand şerê mezhebî yê navbera Sunnî û Elewiyan. Sînem Mûhammed tîne ziman ku "Serhildêr dibêjin, eger ew Elewiyekî dîl bigirin, ewê weke heywanekî serjê bikin."
DIXWAZIN KURDAN BIKŞÎNIN NAV ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SÛRIYÊ!
Kurd Pelda di dawiya nivîsa xwe de şîroveyek giştî dike û îddîa dike ku YPG berovacî herêmên din, bêalîtiya xwe li Helebê terikandiye û rê daye çekdarên Ereb ji bo li taxên Kurdan li dijî hêzên Esad şer bikin. Pelda dibêje, tevî ku Kurd naxwazin jî, hewl tê dayîn Kurdan bikşînin nava şerê navxweyî yê Sûriyê.