Der heqê Evren û Şahînkaya de cezayê girtinê yê bêdawî hat xwestin

Der heqê Evren û Şahînkaya de cezayê girtinê yê bêdawî hat xwestin

Der heqê Serokkomarê 7. Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Hewayî yê berê Orgeneral ê teqawît Tahsîn Şahînkaya de, cezayê girtinê yê bêdawî yê girankirî hat xwestin.

Di doza der barê derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de, ku Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê û Serokkomarê 7. Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Hewayî yê berê Orgeneral ê teqawît Tahsîn Şahînkaya tê darizandin, rûniştina 17. tê dîtin. Di doza li 12. Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê de dozger Selçûk Kocaman nêrîna xwe ya li ser esasê aşkera kir. Kocaman li gorî xala 146. a Artêşa Tirk a bi hejmara 765'an der heqê Evren û Şahînkaya de cezayê girtinê yê bêdawî yê girankirî xwest.