Der heqê doktorê Alî Îsmaîl ji nexweşxanê derxistî de lêpirsîn nîne

Der heqê doktorê Alî Îsmaîl ji nexweşxanê derxistî de lêpirsîn nîne

Der barê polîs Vedat Esen û doktor Hasan Gulcu yên Alî Îsmaîl Korkmaz bêyî kontrol bike ji nexweşxaneyê derxistin, destûra vekirina lêpirsînê nehat dayîn. Malbata Korkmaz ê li Eskîşehîrê di encama lêdana polîsan de jiyana xwe ji dest da anî ziman ku ewê mijarê bibin ber destê dadgehê.

Di dema Berxwedana Geziyê de di 2’ê Hezîranê de  li Eskîşehîrê yê komekî ku di nava wan de kesên job di destê wan de hebûn li Alî Îsmaîl Korkmazê  19 salî xistin û pişt re rakirin Nexweşxaneya Dewlatê ya Yunus Emre ya beşê lezgîn. Lê piştî kontrol û girtina tomografiyê, doktor Hasan Gulcu got tiştekî Korkmaz nîne û ew şand malê. Lê Korkmaz piştî 38 rojan di 10'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Korkmaz giliyê doktor Hasan Gulcu û polisê di heman nexweşxaneyê de  kar dike Vedat Esen kir. Lê belê lê Qeymeqamiya Tepebaşiyê destûra lêpirsîna Gulcu û Esen neda. 

Birayê Korkmaz parêzer Gurkan Korkmaz da xuyakirin ku doktor Hasan Gulcu yê ku li beşa lezgîn dixebite ji ber Alî Îsmaîl nexistiye dibin çavdêriyê de, erkê xwe li ber çav ne giritye û got “Ji ber vê yekê me der heqê doktor û polîs de serî li Dozgeriya Komarê dan. Ev kesên mijara gotinê ji ber karmendên qeymeqamin destûra lêpirsînê nedan. Emê serî li Dadgeha Herêmê bidin û li dij biryarê derkevin.”