Der barê kuştina Alî Îsmaîl de girtina 4 polîsên din hat xwestin

Der barê kuştina Alî Îsmaîl de girtina 4 polîsên din hat xwestin

Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema çalakiyên Parka Gezî de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, derket holê ku berî û piştî lêdana li ber firna Harmanê, rastî lêdana polîsan hatiye. Parêzerên malbata Korkmaz xwest, der barê bûyerê de 4 polîsên din bên girtin.

Parêzer Ayşegul Kûmaş di lêkolîna li ser dîmenên bûyerê de aşkera kir ku seatên kamerayên Otela Beşîk a li taxa Sanayî û kamerayên Firina Harman heman demê nîşan nadin. Kûmaş derxist holê ku di navbera saetên her du cihan de 18 deqe û 50 saniye ferq heye. Hat diyarkirin ku Alî Îsmaîl di 01.05 de rastî lêdanê hatiye. Lê belê derket holê ku di navbera dema kamerayên Firina Harman û dema rast d, 1 saet û 8 deqe cudahî heye. 

Li gorî îfadeya parêzeran Alî Îsmaîl Korkmaz, beriya li pêş Firina Harman rastî lêdanê were, li destpêka kolanê rastî lêdana polîsê ku parêzer dibêjin navê wî Huseyîn E. ye, hatiye.  Piştî ku Korkmaz li pêş firinê lêdan dixwe ji vir ber bi otela Beşîk ve direve. Li gorî şahidên ku bûyer dîtine dibêjin ku Alî Îsmaîl li vir jî lêdan xwariye. Lê belê hate zanîn ku dema Korkmaz li pêş otela Beşîk re derbas dibe 74 saniye hatiye reşkirin. Li rexmê gotina xwediyê otêlê ya ku, “ji ber sedema bûyeran min şalter anî xwarê”, lê tam dîmenên dema Korkmaz lêdan xwariye hatine reşkirin, ku tam cara sêyem Korkmaz lêdan dixwe û ev yêk jî bi armanca veşartina nasnameya polîsên ku li Korkmaz xistine hatiye kirin. Parêzeran daxwaza girtina polîs Hûseyîn E. yê ku destpêkê li Korkmaz xistiye û 3 polîsên din ên ku li pêş Otela Beşîk li Korkmaz xistine, kirin.