Der barê greva ji bo kesên hatin qetilkirin lêpirsîn

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, bersiv da nirxandina Memur Sen a ku ji bo biryara grevê ya rêxistinên kedê ku ji ber komkujiya Enqereyê girtibûn gotibû "Ranta siyasî" û got "Hûn sendîqa nîn in, konfederasyon nîn in û hûn mirov jî nîn in"

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, bersiv da nirxandina Memur Sen a ku ji bo biryara grevê ya rêxistinên kedê ku ji ber komkujiya Enqereyê girtibûn gotibû "Ranta siyasî" û ji Memur Senê re got "Hûn sendîqa nîn in, konfederasyon nîn in û hûn mirov jî nîn in" Ozgen bal kişand ser lêpirsîna îdarî ku der barê greva du rojan de hatiye destpêkirin û got "Hikûmet ji aliyekî ve şîn îlan dike. Qaşo wekî qetlîam dibîne. Lê der barê greva me de lêpirsîn dide destpêkirin"

Hevserokên Giştî yên KESK'ê Lamî Ozgen û Şaziye Kose der barê helwesta medyaya alîgir a AKP'ê ya barê qetlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de li Navenda Giştî ya KESK'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose bertek nîşanî helwesta hikûmetê ya der barê komkujiya Enqereyê de ku nirxandina 'bûyerek terorê ya çi ye ne diyar e' da û got "Em li kiryaran digerin? Na kiryar diyar in. Parêzerên aştiyê ji aliyê kesên ku banga şer dikirin ve hatin kuştin"

'WEZÎRÊ TENDÛRISTIYÊ PROPAGANDAYA REŞ DIKE'

Lamî Ozgen bersiv da Wezareta Tendûristiyê û wiha got: "Ji roja ku qetlîam pêk hatiye û heta niha, hikûmet û medyaya alîgir bûyeran manîpule dikin û êrîşî rêxistinên kedê dikin. Wezîrê tenduristiyê propagandaya reş dike. Di rewşek wiha de hikûmet êş bi malbat û xizmên nexweşên me dike."

'ME WE QETIL KIR, CANÊ WE BI QASÎ VÎ PEREYÎ YE'

Ozgen anî ziman ku piştî qetlîamê hikûmet ji malbatên kesên ku hatin qetilkirin re daxuyaniyên wekî ku meaş bide wan da û ev yek jî êşên malbatan zêdetir kir û wiha got: "Hikûmet bi van nêzîkatiyên xwe polîtîkayên xwe yên berê tîne hişê mirov. Wekî ku li Soma û Roboskî hat jiyîn. Li vê derê tişta ku tê gotin ew em dikarin we qetil bikin û canê we jî qasî vî pereyî ye."

'HÛN SENDÎQA NÎN IN, HETA MIROV JÎ NÎN IN'

Ozgen di axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Memur Senê ku der barê protestoyên rêxistinên kedê de gotibû 'Ranta siyasî' û wiha dom kir: "Di dîroka Komara Tirkiyeyê de qetlîama herî mezin pêk hat. Memur Sen greva me wekî 'Ranta siyasî' nirxand. Ez jî dibêjim; hûn sendîqa nîn in, konfederasyon nîn in, heta mirov jî nîn in."

Ozgen bal kişand ser lêpirsîna îdarî ya der barê greva du rojan de û wiha pê de çû: "Hikûmet ji aliyekî ve şîn îlan dike. Qaşo wekî qetlîam dibîne. Lê der barê greva me de lêpirsîn dide destpêkirin."

'QETLÎAMÊ WEKÎ BÛYEREK JI RÊZÊ DIDIN NÎŞANDAN'

Ozgen anî ziman ku hikûmet qetlîamê wekî bûyerek ji rêzê dide nîşandan û wiha bi dawî kir: "Manîpule dike. Li vî welatî şer, kaos û pevçûn ger bi aştiyek rast encam nebe. Wê tu tişt neguhere. Negirtina bombeyên zindî ya bi navê "Dewleta hiqûq" ne rast e.  Helwesta hikûmetê bi awayekî vekirî nîşan dide ku bi DAIŞ û rêxistinên bi vî rengî re di nava têkiliyê de ye."