Der heqê Nadîre Mater, Yildirim Turker, Tugrûl Eryilmaz û Farûk Balikçî de ji ber di çarçoveya kampanyaya Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî de piştgirî dabûn Rojnameya Ozgur Gundemê, bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Niha jî ji bo 27’ê Hezîranê li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê îfadeyê bidin bang li wan hate kirin.
Rojnameya Ozgur Gundem, hertim rastî zext û darazandinê dihat di 3’yê Gulanê de kampanayaya ji bo “Gerînendeyên Nobeta Weşana Giştî” bang kiribû. Gelek rojnamevan û parêzvanên mafê mirovan piştgirî dan kampanyayê û dorveger gerînederyên weşana giştî ya rojnameyê kirin.
Ji kesên ku piştgirî dabûn kampanyayê, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ên Tirkiye (RSF) Erol Onderoglû, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Şebnem Korûr Fîncanci û Rojnamevan-Nivîskar Ahmet Nesîn 20’ê Hezîranê ji bo îfadedayinê neçibûn, lê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û bi sûcê “Propagandaya rêxistina terorî” kirine hatin girtin.
Nerazîbûnên ku ji bo girtina rojnamevanan derketin pêş jî hatin redkirin. Der barê her sê rojnamevanan de cuda cuda îdîaname hatin amadekirin, îdîanameya Onderoglû û Korû Fîncanci şandin 13. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, ya der barê Nesîn de jî şandin 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.