Der barê 101 rêveberê dibistanê de lêpirsîn

Der barê 101 rêveberê dibistanê de lêpirsîn

Walitiya Enqereyê der barê 101 rêveberên dibistanan de bi hinceta ku piştgirî dane çalakiyê Geziyê lêpirsîn da destpêkirin.  Midûriyeta Perwerdehiyê li ser serlêdana Walitiyê destur da lêpirsîna der barê 101 rêveberên dibistanê.

Li gorî nûçeya Alîcan Uludag ya rojnameya Cumhuriyetê, cihê 5 midûrên dibistanê hatine guhertin û du midûrên dibistanê jî kirine mamoste.  Sûcdariya der barê wan de jî eve ku, tevlibûna xwendekaran a çalakiyan teşwîq kirine û tekmîl negirtine.

Dozger der barê berxwedana Geziyê de ku di 31’ê Gulanê de bi bertekên li dijî birîna darên Gezî destpêkiribû, di demeke kurt de li hemû welat belav bû, lêpirsînên xwe didomîne û ji aliyê walitiyan ve jî lêpirsîna îdarî hat destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Perwerdehiyê ya Enqreyê ji bo der barê rêveberên dibistanê de ku tê gotin xwendekar teşwîqê çalakiyan kirine, lêpirsîn bê destpêkirin destur da Walitiyê.Walitiyê jî bersiva erênî da.  Mufetîşan jî îfadeya midûran girtibû.  Walitiyê destur da lêpirsîna îdarî ya der barê 101’ê rêveberê dibistanê.