Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn

Denîz Poyraz ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin, li ber avahiya partiyê ya bajêr hat bibîranîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê têkildarî salvegera qetilkirina Denîz Poyrazê ku par li avahiya partiyê di êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Em ê hesab ji kujeran bipirsin. Dê faşîzm têk bişikê, em ê bi ser bikevin" nivîsandî hat vekirin û dowîzên li ser "Denîz Poyraz serîhildana me ye" nivîsandî hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "dê dewleta kujer hesab bide", "Denîz Poyraz nemir e" û "Dê ciwan hesab ji kujeran bipirsin" hatin berzkirin.

Malbata Denîz Poyrazê, Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Mahfûz Guleryuz, parlementerên HDP'ê Sarûhan Olûç, Ayşe Acar Başaran, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serpîl Kemal Bay û Mûrat Çepnî, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Îbrahîm Akin jî di nav de gelek partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, saz û dezgeh û welatî tev li bîranê bûn.

PIŞTEVANIYA ŞOREŞGERÎ

Di daxuyaniyê de ewilî Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk axivî. Çelîk destnîşan kir ku ew baş dizanin bê kujer hêzê ji ku girtiye û got: "Lê dê piştevaniya şoreşgerî mezin bibe û em ê wan bi hêrsa xwe ya şoreşger bifetisînin. Denîzê alaya xwe radestî me kir û ji nav me çû. Barê me pir giran e. Lê dê piştevaniya şoreşgerî vî barî sivik bike."

'ALAYA WÊ DI DESTÊ JINAN DE YE‘

Paşê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran jî Onûr Gencer par bi hêza tifaqa AKP-MHP'ê hevala me bi awayekî hovane qetil kir. Em ji roja ewil ve dibêjin; ê ku ev kir tenê ne Onûr Gencer e. Ên vê kirin ew kesên ku di çapemeniyê de her roj em hedef digirin, ên koçberiyê li Kurdan ferz dikin û yên hêza jinê nas nakin bi xwe ne. Bi vê komkujiyê dixwazin em paş de gav bavêjin. Îro ro yê bi awayekî herî xurt li hember vê pergala faşîst têdikoşe HDP û jin in. Lewma hedef tên girtin. Dixwazin rejîma yek zimanî, yek nasnameyî û yek zilamî ava bikin. Ên li hemberî vê rejîmê xwedî alternatîf jî hedef tên girtin. Lê me li qadan bersiva herî xurt da. Gel got, 'Denîzek biçe dê bi hezaran Denîz bên.' Em ê têkoşîna xwe ya li hemberî kesên dixwazin me qir bikin bilind bikin. Em ê wê jiyana wekhev, jiyana bi nasnameya xwe ya ku Denîzê doza wê dikir ava bikin. Alaya Denîzê neket erdê, di destê jinan û gelan de ye. Em ê wê alayê hîn bêtir bilind bikin."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, aktivîsta TJA'yê Derya Kandemîr, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, li ser navm Em Jin Bi Hev re Bihêz in a Îzmîrê Denîz Ûslû, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr, Seroka Partiya Kedê ya Îzmîrê Emîne Ûyar, li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê Aykût Akdemîr û nûnerê TOP'ê Erkan Gokber jî li dijî pergala faşîst îşaret bi têkoşînê kirin.