Denîz Nakî serdana Wargeha Mexmûrê kir
Lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî serdana gelê Wargeha Mexmûrê kir.
Lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî serdana gelê Wargeha Mexmûrê kir.
Lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî serdana gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir. Denîz Nakî li sazî, dibistan û malên wargehê geriya. Gelê Mexmûrê eleqeyek mezin nîşanî Nakî da.
Lîstikvan Denîz Nakî serdana gelê Mexmûrê kir û bi xwendekarên Mexmûrê re civiya. Xwendekar û ciwanên wargehê bi coşeke mezin Nakî pêşwazî kirin.
Nakî di serdana wargehê de bi ciwanên wargehê re bi futbolê lîst. Gelê wargehê heya derengiya şevê temaşeyî lîstikê kir û piştre ciwanan bi Nakî re wêne kişand.