Denîz Kalan ê 13 mehan li Almanya girtî ma, azade

Denîz Kalan ê 13 mehan li Almanya girtî ma, azade

,Endamê rêxistina ciwana Young Strugle (YS) Denîz Kalan ku 13 mehan berê li Almanya hate girtin û şandin girtîgehê, îro serbest hate berdan.

Denîz Kalan ku di 21’ê Nîsana 2012’an piştî çalakiyekî dij antîfaşîstan de hatibû binçavkirin û girtin, Dadgeha Ceza a Nurnbergê 2,5 cezayê girtîgehê li Kalan birî bû.

Parêzerê Kalan Schmitt-Reinholtz biryar li Dadgeha Jortir a Almanya îtîraz kiribû û bitaybet ji ber helwesta polîsan û doz veşartî pêk dihat bertek nîşan dabû.

Dadgeha Jortir biryar dabû ku ceza geleke û biryar da ku doz li dadgeha eyaleta Nurnberg-Furth masa ciwana pêkbê.

Denîz Kalan ku li girtîgeha Nurnbergê dimîne, îro serbest hate berdan. Endamê YS’ê Kalan ji bo serbest bê berdan, kampanyayekî mezin hatibû birêve birin.