Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo cejna Qurbanê ya 'bê qurbanî' pîroz kir

'Dengê me bêguman ji HDP'ê re ye'

Kurdistaniyên li Ewropayê, ji bo dawîanîna li komkujî û dîktatoriyê, ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk bal kişandin ser girîngiya dayina dengan ji bo HDP'ê.

Beşdarên 10. Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ku li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hate lidarxistin, ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn û gotin bê çima dengê xwe didin HDP'ê.

Bêrîvan a 22 salî ku li Offenbachê staja hesabgiriyê dike got, "Dengê min ji bo HDP'ê ye. Ne tenê Kurd, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê û ciwan bi rengekî azad bijîn, ez dibêjim HDP."

Xwedekara felsefeyê Hêlîn jî got, "Dengê xwe didim HDP'ê. Ji bo mirov karibin xwe bi xwe bi rê ve bibin destekê didim HDP'ê."

Dayika Melek a li Koblenzê ku di nava karê hilbijartinê de cih digire got, ew ji dengdêran re qala girîngiya derbasbûna HDP'ê ji bendê dikin.

Dayika Melek got, "Hemû bawerî û gel di nava HDP'ê de xwe îfade dikin. Lewma em bang li her kesî dikin ku deng bidin HDP'ê."

Leyla Akyildiz a ji Dersimê got, "Yekane partiya ku hemû jinên çep-sosyalîst û bindestan di nava xwe de vedihewîne HDP ye. Navê jinê di nava HDP'ê de heye. Li nava partiyê din hema bêjin nîne. HDP hemû gelan vedihewîne."

Yoldaş Firat ê ji Gimgimê got, "Di vê hilbijartinê de bêguman em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ji ber ku wekî din alternatîfeke me nîne. Yekane cihê ku hemû bindest lê dicivin HDP ye."

Mûstafa Okûr ê ji Hambûrgê got, "Ez ji her kesî dixwzim ku dengê xwe bide HDP'ê. Ez jî bi dil û can deng didim HDP'ê."

Sûltan Aslan a li Koblenzê jî got, "Ev rê rêya rastiyê ye. HDP li aliyê mezlûman e. Em zanin, dewlet ji bo HDP ji bendê derbas nebe, çi jê tê wê bike. Divê em jî bi hêzeke mezin li dijî dek û dolabên dewletê bixebitin. Em ê bi ser bikevin."