BI DÎMEN

Dengê fermandar Loqman ji Zagrosan digihêje dilê me

Wêne û bîranînên ku gerîla Loqman Dilşêr ji me re hişt, hebûna xwe ya bi Zagrosan re bûye yek, bi bîr dixîne. Dengê fermandar Loqman ji geliyên çiyayên Zagrosan digihêje dilê me.

LOQMAN DILŞÊR

Her gelî, teht, zozan û çiyayên Zagrosan di her gavê de li mejiyê me neqişî û nehate jibîrkirin. Dema ku em li wan bîranînan vedigerin û li wêneyên wan dinihêrin, her teht, zozan û çiyayên Zagrosê gotina 'Zagros serbilind e' bi me da gotin. Bi saya gerîla ew çiyayên bilind di dil, mejî û li ber çavên me zindî bûn. Niha di her wêneyekî ji Zagrosan, hebûna gerîla tê hîskirin û ev wêne ti carî kêm nabin. Ew bûn nîşaneya jiyaneke ku bi çiyê re bûye yek. Kesayetiya gerîla bi çiyê re bû yekpare.

Dema ku cara destpêkê me ew mirov weke efsaneyekê dîtin, bandoreke mayinde li hişê me kirin. Îro ew şop hîn jî wateyê didin jiyana me. Dengê xwe di guhê min de deng vedide. Rojeke sar a zivistanê bû, çiyayên Zagrosan bi heybeta xwe li pêşberî min bû. Cara yekemîn diçûm herêma Zapê. Dawiya sala 2018'an bû. Gerîla Loqman Dilşêr fermandarê herêmê bû. Gerîla li ser tehtekî rûniştibûn û me bi hev re wêne kişandin. Piştre fermandar Loqman stranek got, vê carê jî min xwest dîmenê wî bikişînim. Dibe ku ev firsend careke din neketibûya destê min. Bi vî rengî dest bi stranê kir; 'Serê çiya berf hatî serê warê me, esraîl hatî ketî nav gundê me..."

Loqman Dilşêr gerîla û fermandarekî ji Rojhilat bû. Sala 2007'an tevlî nava refên gerîla bûbû. Piştî ku min ew nas kir 6 salan bênavber li Zap û Zagrosê şer kir. Di nava şert û mercên giran ên têkoşîna berxwedana gel de di bin fermandariya Reşîd Serdar û Rojîn Gewda de tevlî gelek pêngav û çalakiyên girîng bû. Yek ji wan gerîlayan bû ku herêmên Zap û Zagrosê baş nas dikir. Bi gelek gerîlayên xwedî tecrûbe re hevrêtî kiribû. Ji bin zor û zehmetiyan radibû. Hezkirin û dilsoziya ji bo hevrêyên xwe her tim dida hîskirin. Di heman demê de dengbêjek bû. Deng û karakterê wî nîşaneyeke ruhê berxwedêr ê Zagrosê bû.

BÎRANÎNÊN WÎ, WÊ HETA BI HETAYÊ BI ME RE BIN

Sala 2020'î weke endamekî fermandariya eyaletê çû herêma Cîlo. Du salan gelek caran min firsend dît ku wî bibînim. Ji bo her goşeyeke Zagrosê amade bû. Fermandarek bû ku ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate hezkirin. Her tim bi kêfxweşî û ji wezîfeyê re amade bû û bi vî rengî çû Cîlo. Bi dilxwaziyeke mezin careke din berê xwe da Zagrosê. Di gelek wêneyên ji herêmê de rûyê wî hebû. Di wêneyan de timî dikeniya. Bi wî kenê xwe wateya kûr a ji bo jiyanê û dilsoziya bi çiyê re dida hîskirin.

Piştî pratîkeke zor û zehmet di 19'ê Tebaxa 2021'ê de di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li gel hevrêyên xwe Brûsk Ararat (Hemed Erban), Mûnzûr Rojava (Yûsûf Hacî) û Zana Seko (Kemal Xizirî) şehîd bû. Bêguman fermandarê dilsoz, kêfxweş û kedkar Loqman wê bi stranên xwe heta bi hetayê ji aliyê me ve bê bîranîn. Wêne û bîranînên ku gerîla Loqman Dilşêr ji me re hişt, hebûna xwe ya bi Zagrosan re bûye yek, bi bîr dixîne. Dengê fermandar Loqman ji geliyên çiyayên Zagrosan digihêje dilê me.