Dengdanê bi zext û zordariya AKP'ê dest pê kir
Dengdana li Konsolosxaneya Tirk a li Kolnê, bi fen, zext û zordariya AKP'yiyan a li dengdêran dest pê kir.
Dengdana li Konsolosxaneya Tirk a li Kolnê, bi fen, zext û zordariya AKP'yiyan a li dengdêran dest pê kir.
Dengdana li Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, bi fen, zext û zordariya AKP'yiyan a li dengdêran dest pê kir. Wezîfedarên HDP û CHP'yî gotin, ji roja destpêkê ve AKP'yiyan dest bi zext û zordariyê kirin.
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li Elmanya, Awûstûrya û Fransayê dengdanê dest pê kir. Hilbijêrên li Elmanyayê li 13 bajaran dengê xwe didin. Koln yek ji cihên herî girîng ên dengdanê ye. Wezîfedarên HDP û CHP'yî destnîşan kir ku faşîzma AKP'ê li Ewropayê jî dewam dike.
MELEYÊN DÎTÎB'Ê LI SER KAR IN
Yek ji muşahîdên HDP'ê yên li Kolnê Dîlek Satilmiş diya rkir ku dengdana li Kolnê di nava şert û mercên demokratîk de nayê kirin û got, "HDP li Ewropayê partiya duyemîn e û tevî ku li meclîsê koma xwe heye, destûr nayê dayin ku nûnera/ê xwe yê sinqonê hebe. E vek pêkanîneke antî demokratîk e.
Weke berpirsyarên HDP'î ev yek me aciz dike. Wekî din tiştekî din heye ku me aciz dike: Serokên sindoqan û cîgirên wan meleyên DÎTÎB'ê ne. Ev yek jî me gelekî aciz dike. Nûnerên MHP'ê jî hene. Pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê li vir jî dewam dikin."
'WÊNEYÊN ERDOGAN NÎŞANÎ DENGDÊRAN DIDIN'
Muşahîdekî din ê HDP'ê Huseyîn Bîlgelî jî anî ziman ku wezîfedarên AKP'ê wêneyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan nîşanî dengdêran didin û zextê li wan dikin ku dengê xwe bidin wî. Bîlgelî got, "Muşahîd û wezîfedarên AKP'ê wêneyê Erdogan û logoya AKP'ê nîşan didin û zextê li dengdêran dikin. Piştî ku hêzên din dest li vê rewşê berdan, nema ev yek kirin. Hemû wezîfedarên AKP'yî qure û agresîf in. Ev yek jî bandorê li dengdanê dike. Li Tirkiyeyê ji xwe zext heye. Ew zext bandorê li vir jî dike."
'EM Ê NEHÊLIN KU AKP'YÎ BI RENGEKÎ DERVEYÎ QANÛNAN TEVBIGERIN'
Serokê duyemîn ê CHP'ê yê Eyaleta NRW a Elmanyayê Salman Yelken jî işaret bi pêkanînên li derveyî qanûnan ên wezîfedarên AKP'ê kir. Salman Yelken li ser tedbîrên xwe jî got, "Em rê nadin vê yekê. Li ser her sindoqê wezîfedarên me hene. Çavdêr û wezîfedarên HDP'yî jî karê xwe baş dikin. Bi navê CHP û bi navê xwe dibêjim; li gel tifaqa bi hevalên HDP'yî re em rê nadin wan. Ji aliyê qanûnî ve pêwîstî bi çi hebe, em wê dikin. Em rê nadin pêkanînên li derveyî qanûnan."