Dengdana li dervreyî welat ji roja Pêncşemê ve didome. Li derveyî welat ku hejmara dengdêran zêdeyî 3 milyon e, destpêkê li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê sindoq hatin danîn.
Li bajarên Berlin, Frankfurt, Suttgart, Essen, Dusseldorf, Munchen, Karlsruhe, Hannover, Munster, Nurnberg, Hamburg, Mainz ên Elmanyayê, bajarên Viyana, Brengez û Salzburg ên Awûstûryayê û bajarên Paris, Bordeaux, Nantes, Lyon, Strasbourg û Marseille yên Fransayê deng tên dayin.
Dengdana li Danîmarkayê jî doh dest pê kir. Dengdan li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Kopenhagenê "Rosbæksvej 15, 2100 Kobenhavn Ø" deng tê dayin û wê heta 19'ê Hezîranê ji saet 9'ê sibehê heta 21'an deng bên dayin. Wekî din, li DYA, Awûstralya û Luksembûrgê jî dengdanê dest pê kir. Li van her sê welatan wê heta 17'ê Hezîranê bi giştî 9 rojan dengdan bidome.
Li Elmanya, Fransa û Awûstûryayê, dengdan li gorî hilbijartina 7'ê Hezîranê hê bi baldarî û zêde dewam dike. Li gorî du rojên destpêkê yên referandûma 16'ê Nîsanê û hilbijartina 1'ê Mijdarê, dengdana niha bi sê qatan zêde bûye.
ROJÊ BI QASÎ 30 HEZAR KES DENGÊ XWE DIDIN
Li Elmanya, Fransa, Awûstûrya û deriyên sînor ên li Tirkiyeyê, rojên Pêncşem û Înê bi giştî 72 hezar û 111 kesî dengê xwe dan. Tenê roja destpêkê 32 hezar û 224 kesî deng dan. Roja duyemîn jî 39 hezar û 887 kes çûn ser sindoqan. Tê payin ku dengdan dawiya hefteyê zêdetir bibe.
Li Elmanyayê ku milyonek û 4 hezar dengdêr lê qeydkirî ne, 22 hezar û 281 kesî roja destpêkê, 27 hezar û 933 kesî jî roja duyemîn dengê xwe dan. Li Fransayê ku 330 hezar dengdêr lê ne, roja Pêncşemê li 5 bajraan 5 hezar û 106, roja duyemîn jî 6 hezar û 406 kesî deng dan. Li Awûstûryayê 110 hezar dengdêr qeydkirî ne. Roja destpêkê 1841, roja duyemîn jî 2213 kes çûn ser sindoqan.
Li deriyên sînor ên hewayî, bejahî û deryayî yên Tirkiyeyê jî di nava du rojên destpêkê de 13 hezar û 966 kesî deng dan. Du rojên destpêkê yên referandûma 16'ê Nîsanê tenê 6330 kesî deng dabûn.