Deng û rengê Sûrê wê biçe meclîsê

Namzeta parlementeriyê ya HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, ji hêla jinan ve rastî pêwendiyeke mezin tê. Tosûn, bi cil û bergê xwe, bi sekn û helwesta xwe balê dikêşe ser xwe.

Navê Remziye Tosûn cara yekemîn, di dema qedexeya li ser Sûrê heyî hatibû bihîstin. Tosûn, li hemberî ewqas zext û zora dewletê, 96 rojan mala xwe ya li Sûrê neterikandibû lewre ligel zaroka xwe ve hatibû destgîrkirin û xistibûn zindanê. Tosûn piştî ku 15 mehan di zindanê de dîlgirtî ma, hate berdan. Lê vê carê jî mala wê ya li Sûrê hate hilweşandin.

HDP’ê Tosûn di rêza 4’emîn de weke namzeta parlementeriyê nîşan da. Tosûn niha xwe amade dike ku ji bo bibe dengê jin û niştecihên Sûrê yên hatî mexdûrkirin.

Lewre Remziye Tosûn bi kelecaneke bilind xebatên hilbijartinê dimeşîne. Bi tayberî Tosûn ji hêla jinan ve bi dilgermî tê pêşwazîkirin.

Tosûn pêwendiya gel a ji bo xwe wiha vedibêje: “Nas û cîranên min li min digerin min pîroz dikin. Min ji bo serkeftinê motîve dikin. Daxwaza gelê Sûrê ew e ku dîsa dewlet mal û milkê wan bide wan û vegerin li ser erdên xwe. Dibêjin me tiştekî wan navê, bila malên me yên desteser kirîn bidin me.”

EZ Ê BIBIM DENGÊ JINAN

Tosûn bale dikişine li ser pêvajoya Sûrê jî û wiha dibêje: “Vê pêvajoyê nexasim li ser jinan travmayeke mezin çêkir. Kes nikare ji nedîtî ve bê ka jinan li Sûrê çi kêşa rastî kîjan zext û zorê hatin. Cîranên me hê jî hev hemêz dikin û digirîn. Dema ez ketim meclîsê ez ê bibim dengê wan. Ez soz didim ku ez ê tu car pêwendiya xwe ya bi wan re qut nekim. Ez ê çawa wê pêvajoyê jibîr bikim, wan hawar û fîxagana dayikan çawa jibîr bikim. Wê rojeva min a sereke bibe pirsgirêkên dayik û jinan.”