Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştgirî da çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 555'emîn û li vir li hemberî êrîşên li Farqînê nerazîbûn nîşan da, bang li Serokwezîr Davutoglu kir û banga bihevre çûyîna Farqînê kir.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin bipirsin çalakiya xwe ya 555'emîn li Qada Galatasarayê pêk anîn. Di çalakiya ku pankarta "Kiryar diyar in winda li ku ne" hate vekirin de dowîza "Li Farqînê hovîtî heye. Mirovahî deng bide" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Şah Îkîncîsoy ê di 22'yê mijdara 1993'yan de hate binçavkirin û piştre hate windakirin hate pirsîn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de qetlîama Parîsê hate şermezarkirin û piştre ewil birayê Hasan Ocak ê di 1995'an de hate qetilkirin Alî Ocak axivî. Ocak anî ziman ku îro tiştên li Farqînê diqewimin feresata teror AKP'ê ya "torosên spî" ye. Birayê Cemî Kirbayir ê di 1980'an de hate windakirin Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ku ev 35 sal in berdewam dike bidomînin. Kirbayir wiha got: "Li Cizîr, Pirsûs, Amed û Enqereyê li dijî mirovahiyê sûc hate kirin niha jî li Farqînê sûc tê kirin."
Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî ba kişand li ser qetlîama Parîsê û got ku yên rê dan DAIŞ'ê hesab bidin.
Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan jî diyar kir ku ew ji nêz ve bûne şahidê qetlîaman û wiha axivî: "Li Parîsê qetlîamek rû da. Em qetlîamên bi vî rengî nas dikin. Li Farqînê jî qetlîama ku em bûne şahid em nas dikin." Buldan got ku Dayikên Şemiyê yên ku edaletê digerin dê destên xwe ji pêsira AKP'ê bernedin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî ewil bal kişand li ser qetlîama Parîsê. Demîrtaş bilêv kir ku divê dewletên ku alîkarî dan DAIŞ'ê divê berpirsyariya xwe bizanibin û wiha axivî: "Mirovên bindest mecbûr dimînin fatureyê bidin. Li Tirkiyeyê jî me fature da. Yên ku DAIŞ nepixandin îro li pişt qetlîamê rondikan dibarînin. Em êşa Fransayê parve dikin lê li dijî DAIŞ'ê jî banga têkoşîna hevpar dikin."
Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ev 12 roj in li Farqîn û niha jî li Nisêbînê bêhiqûqî qedexeya derketina kolanan nîşan dide ku feraseta DAIŞ'ê di îxtidarê de ye." Demîrtaş li dijî êrîşa ku li hemberî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî şermezar kir û got ku yê fermana êrîşî daya Serowezîr Ahmet Davutoglu ye.
Piştî axaftinan ji mirovên Şemiyê Çîgdem Demîrbîlek metna hefteyê xwend.
Demîrbîlek, çîroka windakirina Mehmet Şah Îkîncîsoy parve kir. Demîrbîlek anî ziman ku ji windakirina Îkîncî soy Midûrê Emniyeta Amedê yê wê demê Ramazan Surucu jî di nav de kesên wekî Şerîf Akay, Mustafa Şen, Mustafa Hunerlîturkoglu û gelek kesên din in û divê ev kes bên darizandin.
Piştî çalakiyê Demîrtaş pirsên rojnamgeran bersivand û wiha got: "DAIŞ a ku li Ewropayê belav bûye ve em rû bi rû ne. Hêzên kurewî û herêmî DAIŞ wekî taşeron bi kar anîn. Davutoglu ji bo DAIŞ'ê digot zarokên bi hêrs. Tirkiyeya ku ji ber ku Cerablus di destê DAIŞ'ê de de aciz nabe ji PYD'ê aciz e. YPG'ê wetî tehdîd dibîne. DAIŞ'ê muxalîfên Tirkiyeyê hedef girt. DAIŞ'ê qetlîamên vê derê negirt ser xwe. Li Fransayê bi awayekî aşkera digire ser xwe. Li Tirkiyeyê ji bo ku bi hikûmetê re neyên hemberî hev nagirin ser xwe."
Demîrtaş têkîldarî Farqînê jî ev nirxandin kir: "Wekî Serokwezîr dibêje ji bo parastina gel, parastina nîzama cemaweriyê operasyon berdewam bikin. Lê niha cemawerî tevahiya Farqînê niha hewl dide ji terora AKP'ê xwe rizgar bike. Tişta ku nîzama cemaweriyê tehdîd dike polîtîkayên AKP'ê ye. Heke ev polîtîkayên AKP'ê bi dawî bibe û bibêjin em ê bi riya diyalogê çareser bikin her tişt dê normal be. Lê heke bi israr bibêje em ê bi operasyon û çekê çareser bikin dê tiştên ku îro li Farqînê diqewimin pêk bê."
Demîrtaş bang li Serokwezîr Davutoglu jî kir û gote bihevre biçin Farqînê û nirxandina "Çi çi ye Davutoglu dibêje dizanim. Bila keremke em bi hevre biçin Farqînê, biçin kolanên Cizîrê. Li xendekan çi dibe mirovan çima xendek kolane. Me tu ne serokwezîrî vî welatî yî. Keremkin em bi muxalefetê ve biçin wan navçeyan pirsgirêka gel guhdar bikin. Çima polîsan dişînin wan deran. Em biçin ma berpirsyarî ne di te de ye. Heke tu ne siyasetmedarî heke tu kar hewaleyî polîsan bikî karê xwe bihêle bila midûrê emniyetê welat bi rêve bibe. Em wekî siyasetmedar berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Keremkin em bi hevre biçin Cizîr û Nisêbînê. Em ciwanan guhdar bikin, mirovan guhdar bikin çi dixwazin. Gelo dikarin çareser bikin an na. Heta ku ti her roj bi israr tîmên taybet dişînî wan deran kerem bike em bi hev re biçin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê ez serokwezîr vedixwînim."