Demîrtaş: Ya girîng, têkoşîna hevpar a beşên cuda yên civakê ye

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan darbeya sivîl kiriye û got, li dijî vê yekê ji partiyên siyasî wêdetir têkoşîna hevpar a beşên civakê girîng e.

Rojnameya Neue Zuercher Zeîtûng a li Swîsreyê bi zimanê Elmanî tê weşandin, bi Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re hevpeyvînek kir. Demîrtaş di hevpeyvînê de destnîşan kir, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan darbeya sivîl kiriye û diyar kir, li dijî vê darbeyê ji partiyên siyasî wêdetir, mutabaqat û têkoşîna hevpar a beşên cuda yên civakî girîng e.

'ERDOGAN DARBEYA SIVÎL KIR'

Demîrtaş da zanîn, ku Erdogan ji hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê sûd wergirtiye, bi vî rengî darbeya sivîl kiriye û got, "AKP'ê nehişt hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji her alî ve eşkere bibe. Aliyê siyasî yê darbeyê nixumand. Vedişêrin bê çima darbekar berî bikevin nava liv û tevgerê negirtine. Bêguman hewl hate dayin darbeyek bê kirin. Lê belê AKP'ê şaşitî, kêmasî û sûcên xwe yên rê li ber vê encamê vekir, nixumand. Erdogan ev hewldana darbeyê ji xwe re kir firsend û li hemberî mûxalefeta li Tirkiyeyê darbeya sivîl kir. Bandora vê darbeya sivîl jî hê dewam dike."

'REXNE DIKARIN BÊN TALOQKIRIN'

Demîrtaş anî ziman, civak li hemberî faşîzmê dikare li dora 'edaletê' li hev bicive, bi hev re têbikoşe û destnîşan kir, ku CHP û HDP dikarin rexneyên xwe yên li hemberî hev taloq bikin. Demîrtaş got, "Girîng e ku civak tev li dora nirxê 'edaletê' bê civandin. Ji tifaqa navbera partiyên siyasî wêdetir, mutabaqat û têkoşîna hevpar a beşên civakê girîng e. Rexneyên CHP û HDP'ê li hemberî hev hene. Lê belê ev rexne di vê demê de dikarin bên taloqkirin."

DILSOZÊ TÊKOŞÎNÊ YE

Demîrtaş ragihand, ku ew weke dîlgirtiyê siyasî hatiye girtin û ji bo pirsa "Hûn ê kengî derkevin?" ev bersiv da: "Ev yek wê bi têkoşîna em ya li derve û girtîgehê diyar bibe. Ji ber ku nepêkane min derxînin pêşberî dadgeheke adîl, encama vê pêvajoya dadgeriyê jî wê rewşa siyasî diyar bike. Têkoşîna azadiyê ya civakê û rewşa me bi hev ve girêdayî ne. Çiqasî bimînim jî ez ê têkoşînê bidomînim. Ez ê timî xwedî li pîvanên demokrasî, azadî û aştiyê derkevim."