Demîrtaş: Tu pêşî Dîlokê ji DAIŞ’ê paqij bike û piştre biçe Mûsilê

Demîrtaş di Civîna Koma Partiyê de li Meclîsê axivî û gote Erdogan, ‘’Tu pêşî Dîlokê ji DAIŞ’ê paqij bike’’

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, helwesta Serokomarê Tirk Erdogan a li dijî Mûsilê rexne kir û wiha got: "Tu berê biçe Dilokê ji DAIŞ'ê paqij bike." Demîrtaş der barê helwesta Erdogan a serokdewletbûnê de jî wiha got: "Ger ku teqez dibêjî ez ê bibin serokê dewletekê bibe serokê Devlet Bahçelî" 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, di koma Partiya xwe ya meclîsê de axivî û geşedanên dawî nirxand. Demirtaş, ewil der barê operasyona Mûsilê de axivî, helwesta Erdogan rexne kir û wiha got: "Niha li Mûsilê şer heye. Şer ne karekî teknîk e. Li wir mirov tên kuştin. Di vî şerî de wê bi deh hezaran mirov bên kuştin. Beriya bi salekê jî DAIŞ'ê li Mûsilê bi hezaran mirov kuştin. Dema Iraq hat dagirkirin jî bi hezaran mirov hatin kuştin. Wekî dîrokê bi dehan caran şer pêk hatin û her carê bi hezaran mirov hatin kuştin. wê niha jî bi hezaran mirov bên kuştin. Em ji bo kesên ku di nava şer de ne jî berxwedan û sebrê ji wan re dixwazin. Erdogan li ser masê seha winda kir. Bêguman divê Tirkiye der barê Sûriye, Iraq, Misir û Rojava de nirxandinan bike û polîtîkayan bike. Bê guman xwedî mafê gotinê ye. Divê tu kes li hemberî şewata Rojhilata Navîn bêdeng nemîne. Em wekî HDP'ê jî ne li dijî bêdengiya AKP'ê ne. Lê dema dengê xwe bilind dike ne ji bo sorkirina şer, divê ji bo vemirandina agir be. Lê ne wisa ye. Hêj di daxuyaniyên xwwe de dibêjin 'Musil ya me ye' Dibêjin Mûsil a Tirkan e' polîtîkyek wisa nabe. Ev nijadperestî ye.

Serokomar, AKP 14 salan li çal û koncalan xist û di polîtîkaya derve de pûç kir. Niha jî li Qesrê rûniştiye û dixwaze bibe serokdewlet. 

‘KU ME PYD BİDA MILEKÎ Û PKK BIDA MILEKÎ HÛN Ê NIHA NE WIHA BÛNA’

Demirtaş, polîtîkaya dewletê ya li hemberî hêzên herêmê jî rexne kir û wiha got: "We El Nusra, û DAIŞ kir alîgirê xwe. We bi wan re kar kir û hûn ketin nava îtîfaqê. Ger ku li şûna wan we PYD bida milekî û PKK bida milekî xwe wê îro rewşa we ne wisa bûya. Ger ku we Kurd bikirana hevkar û şirîkê xwe wê îro rewşa we ne wisa bûya. Ger ku we 20 milyon Kurd qezenç kiri bûya Wê îro istîkrar û aramî bêtir xurt bûya. Li şûna hûn destê Kurdan ê aştiyê bigirin we dîktatorî li ser serê Kurdan meşand." 

‘’BERÎ DÎLOKÊ JI DAIŞ’Ê PAQIJ BIKE’

Demîrtaş, helwesta Erdogan a li hemberî Mûsilê jî bi zimanekî tund rexne kir û got: "Plana te ya A heye? Plana te ya B heye? Hikûmeta AKP Tirkiye winda kir. Li aliyekî dibêje ez bi DAIŞ'ê re têdikoşim, li aliyê din li şûna bi DAIŞ'a nava xwe re şer bike berê xwe dide Mûsilê. Berê DAIŞ'ê ya li Dîlokê paqij bike û piştre biçe Mûsilê." 

ŞIRNEX JI XERÎTEYÊ PAQIJ KIRIN

Demîrtaş, destnîşan kir ku Bajarê Şirnexê ji xerîteyê hatiye paqijkirin û wiha berdewam kir: "Niha di nexşeya Tirkiye de ne 81, 80 bajar hene. Niha dorpêça Şirnexê didome. Li der û dorê Şirnexê 400-500 malbat di konan de dijîn. Me xwest em ji nû ve warên wan ava bikin û konbajarekî ava bikin. Lê Waliyê Şirnexê ev yek jî red kir. Warên ku xera kirine dane îhaleyê û yên nîvco jî xera dikin. Hemu malê taybet ên gel desteser kirine û pêşkêşî mutahît û şîrketan kirine. Bêyî şerm bikin behsa demokrasiyê dikin. Ez bang li hemû welatiyan dikim li hemberî vê rewşa gelê Şirnexê bêdeng nemînin. Gelê Şirnexê soz da, warê xwe terk nekir û di ber xwe da. Em jî soz didin. Em çaketê xwe jî bifiroşin em wê heta dawî alîkariya we bikin û we li holê nahîlin. 

YÊN KU ŞIRNEX XIRA KIRIN JI DARBEYÊ HATIN GIRTIN

Demîrtaş, helwesta li hemberî kesên ji darbeyê tên girtin jî rexne kirû wiha got: "Kesên Şirnex û bajarên Kurdistanê xera kirin ji darbeyê hatin girtin û tên darizandin. Ger ku vana xera kirin berpirsiyariyê wan ê siyasî hûn in. Divê hûn derkevin û lêborîna xwe bixwazin. Li gorî me ti cudahiya darbekaran û Serokwezîr ji hev tune ye. Ji bo sûcdar neyên darizandin darbeya sivîl pêk anî. Tê gotin ku 80- 90 wekîl ji darbeyê agahdar bûn. Çima navê van hevkarên darbeyê nayê aşkerekirin. Çima hesap ji wan nayê pirsîn. Ji bo hûn xwe veşêrin hûn bêtir êrîş dikin." 

‘GER TEQEZ DIXWAZÎ BIBÎ SEROKDEWLET BIBE SEROKÊ DEWLET BAHÇELÎ’

Demirtaş, bal kişand ser pergala Serokdewletiyê jî û wiha got: "Di vê pêvajoyê de div rojeva Tirkiye ne Serokdewletî be. Divê rojeva Tirkiye aştî û demokrasî be. Ger ku Serokomar Erdogan îlla dixwaze bibe serokê dewletekê bibe Serokê Dewlet Bahçelî. Niha li pişt perdê amadekariyê hilbijartina pêşwext dike. Anketan amade dike. Em ferz bikin hilbijartinek pêşwext çêbû. Qanala tv ya axaftinên me biweşîne heye. Rojnameya axaftinên me biweşîne hene na. Mîtîngên me tên qededexekirin. Hûn pereyê dewletê ji bo kampanya û xebatên xwe xerç dikin. Ev wê hilbijartinek çawa be. Hilbijartin wê ya kê be. Ger ku hûn wê hilbijartina pêşwext pêk bînin berî her tiştî Rewşa Awarte rakin. Qanalên televizyonan ên hatin girtin vekin. Bila lêçûnê we yê Qesrê bên Sayiştayê. 

Binpêkirin û zextên li Girtîgehan bînin rojeva meclîsê. Wezîrê Dadê dibêje 'Li Girtîgehan îşkence tune.' Ev bixwe sûc e. Ger ku îşkence tune be destûr bidin bila parazvanên mafên mirovan biçin li girtîgehan lêkolîn bikin" 

Nûnerên KESK, Egîtim Sen, Tum-Bel Sen û Lisa Çalan a di komkujiya 5'ê Hezîranê 2015'an de birîndar bû jî beşdarî civînê bûn.