Demirtaş:Serokwezîr, yê ku talîmat daye dizane
Demirtaş:Serokwezîr, yê ku talîmat daye dizane
Demirtaş:Serokwezîr, yê ku talîmat daye dizane
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku ger Serokwezîr bibêje yê ku talîmata li Roboskê bide min nedaye, wê demê dizane ku talîmata lêdanê kê daye.
Demîrtaş beriya duyemîn Kongreya Asayî ya BDP’a Stenbolê pirsên rojnamegeran yên der barê hevdîtina Erdogan ya bi malbatên Roboskê re bersivand û got: “malbatên Roboskê ev demek dirêjbû dixwestin hevdîtinê bi Erdogan re bikin. Ji ber vê jî çend carna hatin Enqerê. Lê hevdîtin pêk nehat. Bi hatin Serokwezîr a Şirnexê re hevdîtin pêk hat. malbatên Roboskê bi serokwezîr re hatin rû hev û daxwazên xwe anîn ziman.
Demîrtaş wiha got: “Piştî hevdîtinan malbat kêfxweş bûn. Dibêjin hevdîtin baş derbas bû. Lê niha divê komkujî ronî be. Divê pêngavek şênber bê avêtin. Malbat di nava bendewariyê ne. Serokwezîr dibêje min talîmat nedaye, wê demê dizane kê talîmat daye.