Demîrtaş: Serokwezîr Erdogan bûyer gur kir
Demîrtaş: Serokwezîr Erdogan bûyer gur kir
Demîrtaş: Serokwezîr Erdogan bûyer gur kir
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattin Demîrtaş geşedanên pêvajoyê nirxand. Demîrtaş, li ser bûyerên Parka Gezî, mirina karkeran, konferansa jinan û helwesta hikûmetê rawestiya wiha got:" Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan berpirsiyarê vê îsyanê ye. Piştî Serokwezîr Erdogan ferman da û şûnde bûyer li Tirkiyeyê belav bûn û agirê Îsyanê pêket. Em bang li hemû çalakvanan dikin ku li gorî pîvanên aştî û demokrasiyê daxwazên xwe bînin ziman û ji tundiyê dûr bikevin."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, geşedanên hefteyî nirxand û helwesta hikûmetê ya li hemberî çalakgeran rexne kir. Demîrtaş, diyar kir ku ewil çalakiya li Parka Geziyê bi awayeki sivîl û demokratîk dest pê kir û piştî Erdogan ferman da û şûnde polîsan li kolanan li dijî welatiyan îşkence pêk anî û gule berdan welatiyan. Demîrtaş, sersaxî ji malbata ciwanê bi navê Abdullah Comert ê li Hatayê ji aliyê polisan ve hat qetilkirin xwest û şifa ji malbata Ethem Sarisuluk ku li Enqereyê bi guleya polisan birîndar bû şifa xwest. Demîrtaş, diyar kir ku berpirsiyarê hemû bûyeran Serokwezîr Erdogan e û wiha got: "Dema Erdogan li aliyekî li hêrsa beşek welatî bifikire, li aliyê din hêrs û daxwazên welatiyên din nefikire wê demê dê ev bûyer bi vi rengî belav bibin. Niha Erdogan tenê li hêrs û fikrê hilbijêrên xwe difikire. Dibêje min ji sedî 50 deng girtiye û ev girseya ku deng daye min em nikarin wan kontrol bikin. Li kesên din jî wekî çapulcî dinere. Gelek pêkanînên Erdogan yên dijhiqûqî hene. Pira 3'emîn a Stenbolê, firotina fabrîqe û malên ku pêşkêşî biyaniyan dikin."
"NÊVIYÊ TIRKIYÊ LI DIJÎ ERDOGAN E"
Demîrtaş, da zanîn ku êdî zêdetirî nêviyê Tirkiyeyê li dijî Erdogan in û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê elewî, kurd, tirk, ereb, misliman xirîstiyan hene. Bi tunekirin, înkarkirin û ji holêrakirina civakekê aştî û demokrasî pêş nakeve. Divê hemû hebûna xwe biparêzin. Divê ev bawerî hebûna xwe biparêzin. Divê her kes rûmetê nîşanî nasname, bawerî û bîrdoziya din bidin. Çi feraseta ku li dijî nirxên din polîtîkayên înkar û îmhayê nêzîk bibe dê têk biçe. Heta niha hikûmetê ev yek fam nekiriye. Heta niha kijan hikûmeta hatiye îxtîdarê tenê xwe esas digire û yên din tune dihesibîne. Ji ber vê yekê hemû têk diçin. Ger ku li hêzên li dijî xwe wekî mihrak, çapûlcû û çete binere, wê demê dê têk biçe. Ji ber vê yekê divê bi çavê wekhevî li hemû welatiyan binere. Tu dikare navan li her tiştî bike, lê tu nikare neheqiyê li elewiyan bike. Tu nikare neheqiyê li nasname, reng û baweriyên din bike. "
Demîrtaş, da zanîn ku ji ber helwesta hikûmetê ya tundiyê û zordariyê ev îsyan pêş ketiye û wiha berdewam kir: "Bûyerên li Parka Geziyê pêk hat çalakiyek heq û sivîl bû. Em hurmetê nîşan didin. Lê mixabin çalakvanên ku ji bilî Taksîm û cihên din li bajarên din belav bûn, bêrêxistin û bêarmanc ji kontrolê derdikevin. û ji armanc û wateya xwe dûr dikeve. Me gelek caran hişyari jî kir û me xwest ev hêrs nebe hêrsa nijadî. Hin kes dixwazin vê hêrsê bikin hêrseke dijadî. Dema em vê yekê rexne dikin em van çalakiyan vala dernaxin. Em dixwazin ku ev çalakî ji wate û armanca xwe dûr nekeve. Em dixwazin hemû çalakvan serî li tundiyê nedin. Divê hemû çalakvan divê li gorî demokratîkbûn û sivîlbûnê daxwazên xwe bînin ziman. " Demîrtaş, xwest çalakvan li dijî kesên li dijî armancê hişyar bin û wiha pêde çû: "Ev çalakî di bin baneyê tu partiyan de pêş neketiye. Ev çalakî û tevgera gel e. Divê berî her tiştî her kes di bin makeqanûnek azad û demokratîk de li hev kom bikin. Ji bo vê yekê divê her kes ji bo modela nû û demokratîkbûnê têbikoşin. Ger ku niqaş û çalakiyên li dijî vê daxwazê pêk bên dê negêjin armanca xwe. Ji ber vê yekê divê her kes daxawzên xwe di çarçoveya demokratîk û aştiyê de pêk bînin. Ger ku hikûmet jî bi vî çavî li van çalakiyan binere dê fêdê bistîne."
Demîrtaş, li ser pêvajoya Çareseriya Demokratîkbûn û aştiyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Divê ev pêvajoya muzakereyan erênî li her derê Tirkiyeyê bê xuyakirin. Divê ev hewa erênî ji aliyê hikûmetê ve bi her kesî bê xuyakirin. Ger ku çek hatibin bêdengkirin û vekişînê dest pê kiribin, wê demê divê hemû qad azad bin. Divê her kes karibin azad daxwazên xwe û çalakiyên xwe yên demokratîk pêk bînin. Divê her kes ji bo her kesî azadiyê bixwaze û hîs bikin. Ger ku girseyên bi ferasetê derkevin kolanan û çalakiyan pêk bînin em dê hurmetê nîşan bidin. Lê girseya ku bê armanc û wate dakevin kolanan fêdê nade tu kesî."
Demîrtaş, xwest ji bo kolan aram bibin, divê pakêta reforma demokratîkbûnê bê meclisê û reforma demokrasiyê pêk bê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê êdî polîs bi vî rengî nêzî çalakvanan nebe. Divê kesên hatine bençavkirin serbest bên berdan. Divê hikûmet li daxwazên çalakvanan guhdar bike û daxwazên wan li berçavan bigire.
Li welatên demokratîk hikûmetên şaşiyê dikin lêborînê dixwazin. Di şaşiyê de israr zerarê mezin çêdike û tabloyên ku vegerîna wan zahmet ava dikin. Em hêvî dikin ku hikûmet dê vê şaşiyê xwe bibîne û rast bike. Di vê pêvajoya ku Tirkiye nêzî aştiyê ye, em dixwazin her kes ji bo aştî û çareseriyê li kolanan bin û ji bûyerên tundiyê dûr bikevin. "