Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Edîrneyê girtî ye bi rêya parêzerên xwe peyama Cejna Qurbanê şand.
Mesaja Demîrtaş, ku Beşa Çapemeniyê ya HDP’ê par ve kirî wiha ye:
‘’Beriya her tiştî ez cejna hemû hevalên rehîn, girtî, cezaxwarî, yên ku ji malbat û xizmên xwe dûr mane pîroz dikim.
Ez cejnê ji dil di serî de yên ku li Sûr, Cizîr, Şirnex, Gever, Silpya û Nisêbînê, li bajarên Kurd serî li zext, nedadmendî û hiqûqiyan netewandin; li wan ên ku qet hêviya xwe qut nekirin û têkoşiyan, li hemû gelê me yê ku li nirxên mirovahiya mezin û li rûmeta xwe xwedî derketin pîroz dikim.
Ez cejna hemû Alema Îslamê û cejna wan yên ku li dijî barbariya mîna DAIŞ’ê û hevşibên wê têkoşîna welat, xak,rûmetê bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsîn ji dil pîroz dikim.
Ez cejna duyemîn jî ji hêla fizîkî ve ji we dûr pêşwazî dikim. Di vê pêvajoyê de hewl dan ku pirên di navbera dilan de ya di navbera HDP’ê û gel de qut bikin, bi her cure bêqanûnî, bi binpêkirina Destûrê, peymana navnetewî û sincê siyasî hewl dan ku HDP’ê tasfiye bikin. Du cejn derbas bûn, lê ev kirinên wan bi ser neketin û 22 cejn derbas bibin jî bi ser nakevin.
Bila gelê me bi vê bawer be: Her çendî gelek ji me girtî bin jî HDP yek ji wan partiyan e ku wê qedera siyasî ya vî welatî diyar bike. Bêyî me ne pêkan e ku siberoja demokratîk a Tirkiyê were danîn. Ên ku bi rehînkirina me di dilê xwe re dibin ku wê bikaribin me tasfîye bikin wê bînin ku xelitî ne. Heta ku em dev ji parastina yekîtiya demokratîk, jiyana wekhev û azad û siyaseta demokratÎk bernedin, serketina HDP’ê wê serkeftina aştî û demokrasiyê be.
Roja pêşî ya Cejna Qurbanê li Roja Aştiya Cîhanê 1’ê Îlonê rast hat. Ez hêvî dikim ku ev bibe sedema mizginiya serdemeke nû. Divê rojên cejnê bibin rojên hevgirtin, aştî, bi hîsên biratî, aştî û demokrasiyê divê bibin rojên yekkirina têkoşînê.
Hêzên demokrasiyê yên li welatê me, welatiyên me yên xwedî wijdan kirin ku dîwarên tirsên hilweşînin û dengê xwe bilind kirin. Dilê me bi hev re ye, bêrîkirina me yek e û têkoşîna me hevpar e. Bi hev re ji bo nirxên mirovahiya mezin em bi biratî, wekhev, aram, ewle û di nav aramî û aştiyê de, bi hurmetdayina hev, têkoşîna jiyana bi mirovî em geş bikin. Em hêviyên xwe geş bikin. Em dest bidin hev, dadmendî, azadî, wekhevî û aştiya ku me bêriya wê kiriye pêk bînin.’’