Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe ya li parlamentê de mijarên di rojevê de nirxand.
Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de bi wesîleya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê li ser rewşa penaberan axivî û diyar kir, AKP penaberan weke şantajekê bi kar tîne.
Demîrtaş diyar kir, AKP û şexsê li Qesrê rûdinê, xwedî polîtîkayeke çêker a li ser penaberan nînin û got, "3 mîlyon koçber çima qebûl kir? Em baş dizanin, ev mirovhez, xêrxwaz nînin. Weke sedema yekemîn; xwest hin herêmên Sûriyeyê ji mirovan xalî bike û çeteyan li wir bi cih bike. Weke sedema duyemîn; bi qebûlkirina penaberan xwest destwerdana li Sûriyeyê bike mafê xwe. Sedema sêyemîn; penaber li dijî Ewropayê weke şantajê bi kar anî. Weke sedema çaremîn jî, ji bo guhertina demografiya hin herêman bi kar anî."
'JI BER RASTIYAN EŞKERE DIKE, OZGUR GUNDEMÊ HEDEF DIGIRIN'
Demîrtaş, girtina Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, rojnamevan Erol Onderoglû û nivîskar Ahmet Nesîn, ku ji ber tevlî kampanya destekkirina Ozgur Gundemê bûn hatin girtin, bi tundî şermezar kir. Demîrtaş di vê der barê de ev nirxandin kir:
"Her roj, her saetê lêpirsîn û doz li rojnamevanan tên vekirin. 39 rojnamevan girtî ne. Ev me matmayî nahêle. Lê belê girtina duh tiştekî gelekî cuda ye. Kesayetên duh hatin girtin, ji bo piştgiriyê bidin rojnamevanên girtî, rojekê ji rojnameya Ozgur Gundemê re bûn midûra/ê weşana giştî. Yên hatine girtin; pispora herî girîng a Tirkiyeyê ya Tipa Edlî Şebnem Korûr Fîncanci, Erol Onderoglû û Ahmet Nesîn in, ku azadiya çapemeniyê girîng dibînin.
'DI DESTÊ WÎ KESÊ LI QESRÊ DE LÎSTEYEK HEYE'
Li hemberî van kîn û operasyoneke taybet heye. Xuya ye di destê wî kesê li Qesrê rûdinê de lîsteyek heye. Xanima Şebnem, di warê belgekirina komkujiyên li Cizîrê de xebitî û rapor amade kir. Kesê li Qesrê jî ew hedef nîşan dabû. Niha çêtir tê fêmkirin, ku di destê vî kesî de lîsteyek heye. Ji bo hesab ji rojnamevan, hiqûqnas û her kesên hewl didin karên wî yên ne li gorî hiqûqê eşkere bikin bipirse, her gavê vê lîsteya xwe nû dike. Naxwe hemû dozger û dadger baş dizanin, ji dosyayeke bi vî rengî biryara girtinê dernakeve. Bi vê yekê ve dixwazin çavên mirovên din bitirsînin.
Çima Ozgur Gundem? Gelo, ji ber ku sûcên we yên li Cizîr û Sûrê derxist holê, hûn tolê jê hiltînin? Dibe ku hûn jê hez nekin, dibe ku hûn nexwînin jî, lê nabe ku hûn mirovên destekê didin vê rojnameyê bigirin."
'CIHÊ QEYÛM LÊ BÊ WEZÎFEDARKIRIN NE ŞAREDARÎ YE, QESR BI XWE YE'
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de gefa qeyûm a li şaredariyên DBP'yî tê xwarin nirxand û got, "Bi salan e mufetîş ji şaredariyên me derneketine. Odeyên wan li nava şaredariyê ne û her roj ewraqan dixwazin. Têkildarî şaredariyê çi ewraq hebin, hemûyan dixwazin. Kontroleke ji rêzê, normal 3-4 rojan dewam dike. Lê vana bi salan e kontrolê dikin û tiştek nedîtine. Ji ber ku tiştekî ew lê digerin nîne. Dibêjin 'Şaredarî destekê didin terorê'. Vaye dozger di destê wan de ye. Bila rabin vê îspat bikin. Lê belgeyek, agahiyek bi tenê jî di destê wan de nîne. Radibin qala alîkariya 400 trîlyonî ya ji xezîneyê ji Şaredariya Wanê re diçe, bilêv dikin. Ew pere ji bo temamiya salekê ji tevahiya şêniyên Wanê re tê şandin. Lê lêçûnên gaz û elektrîkê yên Qesrê bi tenê 200 trîlyon e. Bi wî pereyê ji şaredariya Wanê re hatiye şandin, li pêş çavan e bê çi xizmet hatiye kirin."
Demîrtaş bang li her kesî kir, ku xwedî li hevşaredariyên xwe derkevin û got, "Eger ji ber karên ne li rê wê qeyûm bên wezîfedarkirin, wê çaxê cihê qeyûm ne şaredarî ye, nava Qesrê bi xwe ye. Dixwazin her tiştî berevajî bikin, derewan bikin û bi vî rengî operasyonên xwe rewa nîşan bidin. Di rewşa heyî de 21 hevşaredar girtî ne. Ji ber ku nikarin bi hilbijartinê şaredariyan bi dest bixin, niha radibin hewl didin dest deynin ser."