Demîrtaş nûçeya ‘şandeya duewem’ derewand

Demîrtaş nûçeya ‘şandeya duewem’ derewand

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş nûçeyên têkildarî dê şandeya duwemîn biçe Îmraliyê hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêkbîne derewand.

Di çarçoveya hevdîtinên li Îmraliyê, nûçeyên di çapemeniya Tirk yên weke dê Hevserokê KCD Ehmed Turk, parlementerên BDP’ê Ayla Akat û Sirri Sakik dê biçin Îmraliyê ji aliyê Demîrtaş ve hate derewandin.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê li ser hesaba xwe ya Twîtterê de daxuyaniyek da û got; “Nûçeyên dê şandeya duwem biçe Îmralî li gel Birêz Ocalan hevdîtinê pêkbîne derewe. Çi agahiyek wisan nedane me.”

Demîrtaş aşkera kir ku, “Tikaye heta ku partiya me daxuyaniyek wisan nede bila tu kes qîmetê nede nûçeyên wisan.”