Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Demîrtaş: Namzetiya min ji ya Erdogan xurtir e

Namzetê serokkomariyê yê   HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku namzetiya wî  ji ya Erdogan xurtir e û domand, ‘’Bêguman, ez ê li ser rêveberiya welêt bim.’’

Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa –F’yê ya Edîrneyê dimîne, bi nivîskî bersiv da pirsên rojnameya navdar a Swêde Dagens Nyheterê.

EV 2 MEH IN DI HICRÊ DE ME, JI SIBEROJÊ HÊVÎDAR IM

Demîrtaş got ew li nav çar dîwaran jî ‘derbarê siberojê pir hêvîdar’ e. Demîrtaş bi bîr xist ku heta niha ji 30 dozî bi daxwaza cezayê girtîgehê yê 500 salî tê darizandin û got: ‘’Heta niha ti dadgeheke dadmend nehatiye kirin. Hemû axaftinên min ên ku bûne mijara sûcdariyan rexneyên li ser AKP’ê û Erdogan in. Bi çarçoweya azadiya derbirînê û siyastekirinê diviya ji van sûcdariyan hemûyan min bereat bikira lê ev 20 meh in li hicreyekê tême girtin.’’

Demîtaş got ew ne girtî lê rehîneyê siyasî ye û domand, ‘’Min hay jê heye ku ne rehet e ku mirov li girtîgehê bikaribe kampanyayê rê ve bibe, lê rewşa min a rehîntiyê nîşan dide ku li Tirkiyê daraz û siyaset di çi astê de ye.’’

ÊDÎ PÊDIVIYA TIRKIYÊ BI GUHARTINEKE MEZIN HEYE

Demîrtaş li ser pirsa ‘’di vê hilbijartinê de we çi rol li xwe kiriye’’ got, ‘’Êdî pêdiviya Tirkiyê bi guherîneke mezin heye. Ez bawer dikim ku bi vê hilbijartinê Tirkiyê berê xwe daye guhartinê. Li gel ku girtî me jî, bi mesajên pozîtîf hewl diim ku dubendiya civakî sivik bikim. Ez hêviyên aştî û azadiyê zêde dikim. Ya herî girîng hewl didim wê hîsa, ‘’vebijêrkeke dî heye, em ne mecbûrî ya kambax in’ zindî bihêlim.’’

NAMZETIYA MIN JI ERDOGANÊ KU EV 16 SAL IN DESTHILATDAR  E XURTIR E

Demîrtaş got, ‘’Ji hêla derfetan ve her çendî ne pêşbaziyeke wekhev be jî bi qasî namzetên dî xwedî îdîa me’’ û domand, ‘’’Ez nav nedim, namzetiya min ji namzetê ku ev 16 sal in li ser desthilatê ye hê xurtir e, bi kêmanî, bi wijdanekî paqij dertêm pêşberî hilbijêran.’’

Demîrtaş got ji xwe re nekiriye derd ku ilim Erdogan ji dewrê derxîne û got, ew hewl dide alternatîfeke demokratîk ava bike. Demîrtaş domand, ‘’Ez vê jî ne li ser dijberiya Erdogan ava dikim. Vizyoneke me ya alternatîf heye û ji bo pêkhatina vê behsa hevkariyên pêkan dikim.’’

BI LEZGÎNÎ HEWCEYÎ BI NORMALBÛNÊ HEYE

Demîrtaş got divê demildest Rewşa Awarte bi dawî bibe û mexdûriyeta kesên ji vê rewşê mexdûr bûne were çareserkirin û got, ‘’Ji bo Tirkiyê bi lezgînî tişta hewce normalbûn e.’’

Herî dawî li ser pirsa ‘’Van 5 mehên dawî xwe li kûderê dibînî?’’ Demîrtaş got, ‘’Bêguman ez ê li ser rêveberiya welat bim. Ji bo vê bikim jî hewl didim ku desteka gel bistînim.’’