Demîrtaş li ser Twitterê bersivê dide pirsan
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya Twitterê bersivê dide pirsan.
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya Twitterê bersivê dide pirsan.
Ji bo pirsa "eger namzetekî din ji tûra duyemîn re bimîne, hûn ê çi bikin?" Demîrtaş ev bersiv da: "Em ê bala xwe bidin ser, bê bi çi rengî nêzî pîvanên me yên ji bo welêt û paşeroja civakê dibe. Li gorî vê yekê em ê biryara xwe bidin."
Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ku dîlgirtî ye, bi rêya hasthaga #DemirtaşaSoruyorum (ji Demîrtaş dipirsim) a Twitterê bersivê dide pirsan.
Çend ji pirsên li Demîrtaş hatine kirin û bersivên Demîrtaş:
"Pirs: Hûn fikirîn ku dest ji têkoşînê berdin?
Demîrtaş: Têkoşîn ne tiştekî mîna çixareyê ye ku mirov karibe dev jê berdin. Têkoşîn mîna avê ye, eger ji we tê, de dev jê berdin. Spas, silav...
Pirs: Ji roja ku we li nava HDP'ê dest bi siyasetê kirine û vir ve, zext, zordarî, girtin û heqaret qet li ser we kêm nebûn. Hûn qet fikirîn ku dev ji siyasetê berdin û bi malbata xwe re bijîn?
Demîrtaş: Gelek caran li destberdana ji siyasetê fikirîm, lê ti carî li destberdana ji têkoşînê nefikirîm. Spas, silav...
Pirs: Erdogan li Amedê di axaftina xwe de got, 'Mala xwedê ava, me pirsgirêka Kurd çareser kir'. Girtina we û hevalên we, çiqasî rê li ber vê 'çareseriyê' vekir!?
Demîrtaş: Hûn jî pê zanin, Erdogan timî bi axaftina bi zimanê Kurdî ya li girtîgehan dide pesnê xwe dide. Jê heye ku dema hemû Kurdan bixe girtîgehê wê pirsgirêka zimanê dayikê jî xweber çareser bibe. Bi mantiqî ev rast e, lê ji aliyê exlaqî ve şaş e.
Pirs: Erdogan di heman axaftina xwe de ji bo partiya we got, 'Kûleya saetê' ya li Amedê hilweşand. We çima şaşitiyeke bi vî rengî kirin? We xêr bû ku kûleya saetê hilweşand?
Demîrtaş: Gotinek heye, dibêje 'nezantî mirovan şad û bextewar dike'. Bêyî ku hay ji xwe hebe, wî jî bextewariya xwe nîşanî her kesî da. Xwest nebaş nîşan bide, lê bi xwe di nava nebaşiyê de geviziye.
Pirs: Hûn ê bi polîtîkayeke çawa ya çandê tevbigerin? Di danezana we de li ser vê mijarê tiştek nîne.
Demîrtaş: Em ê nehêlin ku dewlet pêşî li çandê bigire, nehêlin ku jê re bibe asteng. Ji bo ziman, huner, wêje, folklor, çanda li her qada jiyanê bê parastin û pêşvebirin, bi rengê xwe yê xweser bijî, em ê teşwîq bikin û destekê bidin. Em ê peyva 'hunermendiya dewletê' ji holê rakin. Em ê cihêkariyê nexin navbera ti ji wan, em ê bikin ku hemû çand bi rengê xwe yê dewlemend û xweser bijîn. Em ê çandekê li ser hemûyan ferz nekin, ji bo parastina hemû çandan em ê tedbîran bigirin.
Pirs: Di hibijartina Serokkomariyê de eger ne hûn, lê yekî din ji tûra duyemîn re bimîne, nêzîkatiya we wê ji bo namzetê mûxalefetê çi be?
Demîrtaş: Em ê bala xwe bidin ser, bê bi çi rengî nêzî pîvanên me yên ji bo welêt û paşeroja civakê dibe. Li gorî vê yekê em ê biryara xwe bidin. Spas, silav...
Pirs: Beriya referandûmê ji bo anîna cezayê îdamê soz dan. Niha jî soza efûyê didin. Gelo henekê xwe bi me dikin?
Demîrtaş: Xuyaye wê îdam û efûyê bi hev re derxînin: Piştî ku girtî bi dar ve kirin wê efû bikin :) Spas, silav...
Pirs: Weke muzîsyenekî saziya hatiye girtin; komeleya çandê ya Dîcle Firatê dipirsim. Polîtîkaya we li ser çand û hunerê wê çi be?
Demîrtaş: Dîcle Firat jî di nav de wê hemû navendên çandê bên vekirin. Ji aliyê wezaretê ve bi rêya rêveberiyên herêmî wê destek jê re bê dayin. Wekî din, we soz dabûn min ku notayên muzîkê hînî min bikin Azad. Êdî hûn ê jî wê bikin :) Spas, silav...
Pirs: Hikumeta Merkel beriya hilbijartinê bêdeng e. Gelo sedema vê yekê çi ye? Dibêjin, her ku Ewropa Erdogan rexne dike, dengên AKP'ê yên li derveyî welat zêde dibe. Hûn jî ji vê bawer dikin?
Demîrtaş: Merkel bêdeng nîne. Min bihîst ku piştî 24'ê Hezîranê Erdogan dawetî Elmanyayê kiriye. Lê ez ê surprîzekê jê re çêbikin û weke Serokkomar ez ê biçim.