Demîrtaş: HDP li bendê naaliqe, lê dikarin bialiqînin!

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji qenaleke televîzyonê ya Elman re axivî û got, "HDP li bendê naaliqe, ê dikarin bialiqînin."

Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dîl girtî ye, ji qenala ZDF a Elman re axivî û qala şert û mercên girtîgehê kir. Demîrtaş diyar kir ku mercên li girtîgehan bi giştî nebaş in û got, "Mîmarî û rêveberiya girtîgehên bi ewlekariya bilind a tîpa F şêweyekî tecrîd û êşkenceyê ye. Derfetên me gelekî kêm in."

ROJÊ 4 SAET XEW TÊRÊ DIKE

Demîrtaş diyar kir ku li girtîgehê derfetên ji bo kampanya hilbijartinê nîne û got, "Lê belê çi ji destê min tê dikim. Li vî cihê teng jî hewl didim bixebitim. Rojê 4 saetan xew têra min dike."

Demîrtaş diyar kir ku bi rêya parêzerên xwe ew hewl dide nêrînên xwe bigihîne derve û bersivê bide peyamên ji derve tên. Ji bo pirsa 'li bendê ye ku bê berdan an na?' Demîrtaş ev bersiv da:

'ERDOGAN JI BO EZ NEYÊM BERDAN KAMPANYAYÊ DIMEŞÎNE'

"Eger zext li dadgeriyê neyê kirin, di her kêliyê de dikarim bêm berdan. Ya normal, ya qanûnî ev e. Lê belê dadgerî li gorî hiqûqê tevnagere. Li gorî desthilatdariyê û Erdogan dixebite. Erdogan jî ji bo neyêm berdan kampanyayê dimeşîne. Her roj bangê li dadgehan dike."

DOZ BI ZEXTA DESTHILATDARIYÊ HATIN VEKIRIN

Demîrtaş bi bîr xist ku nêzî 20 doz lê hatine vekirin û temamiya wan jî ji ber axaftinên wî yên siyasî ne. Demîrtaş got, "Ev doz bi zext û hewldanên desthilatdariyê hatin vekirin. Heman zext hîn jî dewam dike. Heta niha ji darizandineke adîl re nebûme şahid."

EZ NE GIRTÎ ME, EZ DÎLGIRTIYEKÎ SIYASÎ ME

Demîrtaş bi dewamî got, "Derbarê min de hukmekî mehkûmiyetê ku ji aliyê dadgehên herêmî ve hatiye dayin nîne. 20 meh in hîn darizandina gelek dozan dest pê nekirine. Di vê dozê de ku bi rengekî girtî têm darizandin, 20 mehan tenê 2 caran derketim pêşberî dadger. Bêyî ku darizandinê bikin min girtî dihêlin. Lewma ez girtiyek nînim, ez dîlgirtiyekî siyasî me."

EDALET BI ERDOGAN RE NÎNE

Demîrtaş bersiva tund a Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya li ser daxwaza berdana wî nirxand û got, "Bi kampanyayeke bi serkêşiya Erdogan li dijî min atmosfereke lînçê diafirînin. Hewl didin zextê li dadgehan bikin. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo vî welatî ti xêr ji Erdogan nayê."

Demîrtaş got, "Erdogan bi ti awayî ji serweriya hiqûq û edaletê bawer nake. Siyasetmedarekî welê ye ku li dijî hevrikekî xwe yê girtî ye kampanya lînçê dimeşîne û li ber xwe jî nakeve. Ji siyasetmedarekî wiha demokrasî nayê hêvîkirin."

JI YEKÎTIYA EWROPA Û ELMANYAYÊ TIŞTEKÎ HÊVÎ NAKIM

Ji bo pirsa "Hûn nêzîkatiya welatên Yekîtiya Ewropayê û Elmanyayê ya li hemberî dozên li dijî we hatine vekirin çawa dinirxînin?" Demîrtaş ev bersiv da:

"Weke şexs tiştekî ji welatên Yekîtiya Ewropayê û hikumeta Elmanyayê hêvî nakim. Bila nebin asteng, ew bes e. Nezantî ye ku mirov ji hkumetên ku pîvanên xwe binpê dikin li benda hurmeta li demokrasî û mafên mirovan bin. Ez ji gelê xwe, ji hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê, ji gelên Ewropayê bawer dikim."

JI BO ME KARÊ SEREKE DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ YE

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de ragihand, eger ew di hilbijartinê de bi ser bikeve wê karê wan ê sereke çêkirina 'destûra bingehîn a nû' be û got, "Em ê destekê bidin pêvajoya çêkirina destûreke bingehîn a nû ku mafên hemû beşên civakê û welatiyan ewle dike, azadiyê, wekheviyê, serxwebûna dadgeriyê, rêveberiya parlamenter, rêveberiyên herêmî yên xurt, azadiya jinê, mafên hawirdorê, mafên heywanan û hemû qadên azadiyê garantî dike."

Demîrtaş bi bîr xist ku hilbijartin di nava şert û mercên Rewşa Awarte de tê kirin û got, "Li hemberî me desthilatdariyek heye ku li ber têkçûnê ye. Ji ber vê yekê, ne tenê li hemberî dengdêrên HDP'ê, dibe ku li her cihî dek û dolab bên gerandin."

Demîrtaş got, "Her kesên ku dixwazin vê rewşê biguherînin, divê 24'ê Hezîranê biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û piştre jî xwedî li dengê xwe derkevin."

REWŞA MEDYAYÊ NEBAŞ E

Demîrtaş li ser rewşa medya Tirkiyeyê diyar kir ku di rewşeke nebaş de ye û got, "Yek du heb ne di nav de, bûne koroyek ku heman strana nexweş dibêjin." Demîrtaş anî ziman, ew û HDP di medyayê de cih nagirin û got, "Dibe ku zext li wan tê kirin, lê belê tişta ku ew niha dikin ne ya qebûlkirinê ye."

Demîrtaş biryara guhertina cihê dengdanê li bajarên Kurdan nirxand û got, "AKP hewl dide encamên hilbijartinê li gorî xwe eyar bike. Ji ber tifaqa bi MHP'ê re kir, gelek dengê Kurdan winda kir. Bi vî rengî dixwaze van dengên windakirî bi vê rêbazê bi dest bixe." Demîrtaş destnîşan kir ku ev yek skandal e û bang li her kesî kir ku roja hilbijartinê xwedî li dengê xwe derkevin.

HDP PARTIYA DIYARKER E

Demîrtaş anî ziman ku HDP di hilbijartinê de partiya diyarker e û got, "Ez vê yekê nabêjim, matematîk vê dibêje. Dengdêrên HDP'ê hem di hilbijartina parlamentê, hem jî ya Serokomariyê de diyarker in."

HDP LI BENDÊ NAALIQE, LÊ DIKARIN BIALIQÎNIN

Demîrtaş destnîşan kir ku pirsgirêka HDP'ê ya benda hilbijartinê nîne û wiha dewam kir: "Li bendê naaliqe, lê dikarin bialiqînin. Rewşa Awarte jî derfetê dide vê yekê. Lê belê, ev yek ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. Ji bo pêşî li vê bê girtin, hindek dikarin dengê xwe bidin, hinekî jî dikarin pêşî li dizîna dengê HDP'ê bigirin."

MESAJEKE BALKÊŞ DA MERKEL

Demîrtaş mesajek da hikumeta Elman û got, "Silavên min li şansolye Merkel bikin. Ya rast wê ji niha ve Erdogan vexwendiye ji bo piştî hilbijartinê. Lê wê neçar bimîne weke Serokkomarekî teqawîtbûyî malovaniyê ji Erdogan re bike."