Demirtaş: Em pêvajoyê bi wate û girîng dibînin
Demirtaş: Em pêvajoyê bi wate û girîng dibînin
Demirtaş: Em pêvajoyê bi wate û girîng dibînin
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Parlementoya Ewropayê (PE) axivî û diyar kir ku ew pêvajoya nû ya diyalogan bi wate û girîng dibînin, û destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê reform bên kirin, dawî li girtinênsiyasî bê û girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Li Parlementoya Ewropayê ya ku li bajarê Strasbourga Franseyê ye, bi hewldana Koma Dostaniya Kurdan rûniştinek bi navê “Tirkiye, Kurd û Pêvajoya Îmraliyê, li Tirkiyeyê Ji bo Çareseriya Aşitiyane ya Kurd Diyaloga Siyasî” rûniştinek pêk hat. Di rûniştinê de tevî Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, nunerên her çar komên PE’yê jî axivîn. Ji Tirkiyeyê jî rojnamevan beşdar bûn.
Hevseroka Komîsyona Parlementoya Têkel ya Ewropa-Tirkiyeyê parlementera Frensî Helene Flautre, li ser navê Koma Çepgir a Hevgirtî Serokê Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê Parlementerê Alman Jurgen Klute, li ser navê Koma Soyaslîst Demokrat Richard Howit û ji Koma Lîberal jî Parlementerê Alman Alexaner Lamsdorff di dîwana rûniştinê de cih girtin û axaftinên kurt kirin û ji bo pozîsyona aliyê Kurdan were zanîn mafê axaftinê dan Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş.
TABÛYEK JI HOLÊ HATE RAKIRIN
Demîrtaş ku bersiv da pirsên parlementeran, got ku ew weke partî pêvajoya hevdîtin û diyalogê ya ku li Îmraliyê hatiye destpêkirin bi wate û girîng dibînin. Demîrtaş got: "Ligel destpêkirina pêvajoya Îmraliyê, sînoreke mezin ê psîkolojîk hatiye derbaskirin, tabûyeke ku pêşiya Tirkiyeyê dixetimand ji holê hate rakirin.” Demîrtaş destnîşan kir ku ew bi israr dixwazin Ocalan tevlî pêvajoyê bibe û daxuyand ku jixwe ew bi wê yekê bawer dikin ku pirsgirêk tenê dikarin bi diyalog û muzakereya di navbera her du aliyan de dest pê bike.
STRATEJIYA ENTEGREYÊ
Demîrtaş îşaret bi ‘Stratejiya Entegreyê’ ya hukûmeta AKP’ê kir û bal kişand ser Komkujiya li Parîsê û êrîşên bi teknolojiyek xurt li Qendîlê li hemberî gerîlayên PKK’ê pêk hat û diyar kir ku ev yek li Îmraliyê jî bûye sedema pirsnîşanên cidî.
Hevserokê BDP’ê bal kişand ku derenghiştina hevdîtina duwemîn a şandeya BDP’ê bi Ocalan re, pêbaweriyê ji holê radike.
ŞERT Û MERCÊN OCALAN TÊDE NE
Demîrtaş, bal kişand ser şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde tê ragirtin û got ku şert û mercên ku Birêz Ocalan têde ne ji bo diyalog û muzakereyan ne guncaw in, jixwe nikare bi rêxistina xwe û derdora xwe re bişêwire.
Demirtaş diyar kir ku ew pêvajoya nû ya diyalogan bi wate û girîng dibînin, û destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê reform bên kirin, dawî li girtinênsiyasî bê û girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Hevserokê BDP’ê da zanîn ku BDP di amadekirina makeqanûna nû de roleke çalak girtiye û got ku ew weke BDP’ê makeqanûnek wisa dixwazin ku maf û azadiyê her kesên li Tirkiyeyê bixe bin garantiyê.
Demîrtaş got ku dê çareseriya pirsgirêka kurd feydeyek mezin bide aşitî û aramiya li herêmê û destnîşan kir ku ew pêşketinên Kurdên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin û got:“Kurdên li Sûriyeyê guh dan bangên Ocalan û ger ev pirsgirêk were çareserkirin, dê qîma bi Kurdên li Sûriyeyê jî bi hukûmeta Tirkiyeyê çêbibe.”
Her wiha bal kişand ku ger pêvajo pêş bikeve, ev yek dê di warê erênî de feydeyek mezin bide YE û Tirkiyeyê û bang li YE û PE’yê kir ku destekê bidin vê pêvajoyê.
OPERASYONÊN KCK’Ê
Parlementerê Koma Lîberal Alexander Lambsdorff ku got: “Pirsgirêka Kurd weke ji bo her kesê, êdî ji bo YE’yê jî her roja ku diçe girîngtir û bi watetir dibe”, got ku li aliyekê hevdîtinan bi Ocalan re dikin, lê li aliyekê din jî operasyonên “KCK” berdewam dikin. Lambsdorff, got ku ew nikare vê yekê fêm bike pirsên weke daxuyaniyên muzakereyan ên ji aliyê Serokwezîr ve ji aliyê Kurdan ve çawa tê nirxandin û şert û mercên hukûmetê aniye vê rewşê çi ne pirsî.
Demîrtaş bal kişand ser sedeman û got ku êdî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêbazên leşkerî-ewlehiyê îflas kirine, pêşketninên li Sûriyeyê û bi taybet jî li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ya din jî rojimêriya hilbijartinên li Tirkiyeyê ne.
DIVÊ ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ YÊN OCALAN HEBIN
Hevseroka Komîsyona Parlementoya Têkel ya Ewropa-Tirkiyeyê Helene Flautre jî diyar kir ku êdî di pirsgirêka Kurd de nêzîkatiya berê îflas kiriye û bal kişand ku Birêz Ocalan ne tenê li Tirkiyeyê, li Kurdistana Sûriyeyê jî di nava gel de xwedî bandor e û xwest ku ev yek neyê jibîrkirin.
Flautre diyar kir ku ji bo hevdîtin di hawêreke saxlem de were kirin, divê şert û mercên Odcalan bêne sererastkirin û destnîşan kir ku ew ji hukûmetê li benda vê yekê ne. Flautre bi bîr xist ku piştî 3 endamên PKK’ê li Parîsê bi xwînxwarî hatin qetilkirin, rîska dijwarbûna pêvajoyê hebû, lê ev yek nebû û destnîşan kir ku demek wiha ji bo muzakereyan guncaw e. Her wiha da zanîn ku ji bo pêkhatina aşitiyê ew amade ne ku tişta dikeve ser milê wan pêk bînin.
DIVÊ MAFÊN KURDAN BÊ NASÎN
Li ser navê Koma Solyalîst-Demokrat Richard Howit jî got: “Em dixwazin Tirkiyeyê jî weke endamek a Yekitiya Ewropayê bibînin, lê divê mafên Kurdan nas bike. Divê êdî dawî li dozên KCK’ê bê, divê perwerdeya bi zimanê Kurdî hebe, mafên siyasî û çandî bêne nasîn, divê hawêrek ku BDP bikare têde siyasetê bike hebe û benda hilbijartinê bê daxistin.”
Parlementerê Tirkiyeyî Îsmaîl Ertug diyar kir ku ew dixwaze mafên gelê Kurd bêne nasîn, got ku lê divê gumana Tirkan a ‘Kurd dê vî welatî parçe bikin’ ji holê rabe û destnîşan kir ku divê Tirk jî pêbaweriyê bidin Kurdan.
DIVÊ PKK JI LÎSTA TERORÊ BÊ DERXISTIN
Ji Koma Çepgir Parlementera Frensî Marie Christine Vergiat jî destnîşan kir ku YE li aliyekê dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe û li aliyekê bi erênî nêzî muzakereyan dibe, lê li aliyeke din navê PKK’ê di lîsteya terorê de dihêle û vê yekê weke nakokî bi nav kir. Vergiat bal kişand ser komkujiya li Parîsê û destnîşan kir ku daxuyaniyên rayedarên ên derbarê vê komkujiyê de tu pêbaweriyê nade.